Ji 13 kesên di çaroveya lêpirsîneke derbarê KCD’ê de, li navenda Colemêrg û navçeyên wê Çelê, Şemzînan, Geverê hatibûn binçavkirin, 12 ji wan hatin girtin. Her dozdeh kesên hatin girtin şandin girtîgeha Colemêrgê. Ji van 13 kesan tenê Hevîdar Ertûn hat berdan.
Navên kesên hatin girtin wiha ne: Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Şukru Çalli, rêvebera ÎHD’a Şemzînanê Pinar Yilmaz, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Omer Farûk Tekîn, Mesût Kiratli, Reşît Guneç, Mehmet Çapraz, Umît Dûman, Felem Aker, Mûsa Bor.
COLEMÊRG