Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Colemêrgê bi hezaran hilbijêrên sexte

Bi diyarkirina lîsteyên hilbijêran re hîleya ku AKP’ê li Colemêgê kiriye, derket holê. Hem li navend û hem jî li navçeyên wê li gelek daîreyan bi hezaran hilbijêr hatine qeydkirin. Her wiha li Çelê û Şemzînanê jî hejmara hilbijêran ya ji şêniyan derbastir kir

Hikûmeta AKP’ê ku heta niha her tim li Colemêrg û navçeyên wê derbên giran dixwe, bi hîleyan dixwaze ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara îsal de bên lidarxistin, bi ser keve. Yek ji rêbazên van hîleyan jî hilbijêrên sexte ye. Bi aşkerabûna lîsteyên hilbijêran re derket holê ku hem li navenda Colemêrgê û hem jî li navçeyên wê bi hezaran hilbijêrên sexte hatine bicihkirin. Hema hema li ser her malekê bi dehan, bi sedan heta bi hezaran hilbijêrên sexte hatine qeydkirin.

Li gorî lêkolînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hejmara leşker û polîsan a li navçeyên Şemzînan û Çelê ya gelê herêmê derbas kir. AKP ev yek têr nedît, niha jî bi hezaran hilbijêr li navend û navçeyên wê qeyd kirine û bi vê rêbazê dixwazin ku li Colemêrgê bi ser kevin. Şêniyên Colemêrgê destnîşan kirin ku gelek kesên ku navê wan qet nebihîstîne li ser malên wan hatine qeydkirin.

Gel bi bertek e

Şêniyên Colemêrgê got ku hikûmet bi hîleyan nikare şaredariyan bi dest bixe û nerazîbûn nîşanî AKP û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. Welatiyan daxuyand ku çi dibe bila bibe gelê Colemêrgê dê derbeyeke giran li AKP’ê bide.

Sextekariya li navenda Colemêrgê

Li gorî lîsteya hilbijartinê, li navenda Colemêrgê di çend daîreyan de hejmara hilbijêran wiha ye: “Li taxa Bulak a Colemêrgê di daîreya hejmar 2’yan de 1108, di daîreya 4’an de 511, di daîreya 35’an de 364, di daîreya 1’an de 225, di daîreya 11’an de 220, di daîreya 5’an de 74 û di daîreya 2’yan de 52, li taxa Medreseyê di daîreya 1’an de 395 hilbijêr, di daîreya 5’an de 169, di daîreya 4’an de 142, di daîreya 6’an de 123 û di daîreya 2’yan de 51 hilbijêr, li taxa Berçelanê di daîreya hejmar 1’ê de 337, di daîreya 4’an de 51, di daîreya 1’an de 45, di daîreya 2’yan de 41, di daîreya 3’yan de 39 û di daîreya hejmar 4 de jî 31 hilbijêr hatine qeydkirin.”

Hejmara hilbijêrên li Çelê

Li gorî lîsteya hilbijartinê hejmara çend daîreyên li navçeya Çelê wiha ne: “Li taxa Emîr Şaban di daîreya hejmar 29’an de 627 hilbijêr, di daîreya 29’an de 493, di daîreya 29’emîn 389, di daîreya 27’an de 330, di daîreya 27’an de 131, di daîreya 14’an de 117, di daîreya 29’a de 85, di daîreya  8-8 de 70, di daîreya 14’an de 49 û di daîreya 12’an de 18 hilbijêr, li taxa Yeşîl Çeşmeyê di daîreya 28’an de 408 hilbijêr, di daîreya 28’an de 305, di daîreya 28’an de 199, di daîreya 28’an de 196, di daîreya 28’an de 176, di daîreya 28-3’yan de 169, di daîreya 28’an de 110, di daîreya 28’an de 88, di daîreya 1’an de 16 û di daîreya 1’an de 27 hilbijêr hatine qeydkirin.”

Şemzînan

Li gorî lîsteya hilbijartinê hejmara hilbijêrên li çend daîreyên navçeya Şemzînanê wiha ne: “Li taxa Modayê di daîreya bi hejmar 22’yan de 801 hilbijêr, di daîreya 22’yan de 611, di daîreya 331’an de 277, di daîreya 5’an de 57, di daîreya 17’an de 51 û di daîreya 101’an de 35 hilbijêr, li taxa Nû di daîreya 14’emîn de 134 hilbijêr, li gundê Nogeylanê di hejmara 116’an de 482 hilbijêr, li gundê Garayê di hejmara 105’an de 447 hilbijêr, li gundê Halanê di hejmara 54’an de 157 hilbijêr, li gundê Gulanikê di hejmara 135’an de 157, li hejmara 135B’yan de 48, li hejmara 16’an de 18 û li hejmara 135A’yê de 59 hilbijêr, li gundê Bêdibeyê li hejmara 119’an de 78 hilbijêr û li gundê Şapatanê di hejmara 677’an de 109 hilbijar hatine qeydkirin.”

Bîlançoya sextekariya li Geverê

Li gorî lîsteya hilbijartinê, li çend daîreyên li navçeya Geverê jî hejmara hilbijêran wiha ye: “Li taxa Îpekyoluyê li hejmara 25’an de 160 hilbijêr, li daîreya 178’an de 128, li daîreya 25’an de 119, li daîreya 778’an de 110, li daîreya 25A’yê de 69, di daîreya 25A’yê de 65, di daîreya 258’an de 63, di daîreya 25E’yê de 63, di daîreya 258’an de 53, di daîreya 25Ç’yê de 53, di daîreya 258’an de 52, di daîreya 25A’yê de 44, di daîreya 20’an de 38, di 778’an de 110, di daîreya 25A’yê de 69, di daîreya 25A’yê de 65, di daîreya 258’an de 63, di daîreya 25E’yê de 63, di daîreya 258’an de 53, di daîreya 25Ç’yê de 53, di daîreya 258’an de 52, di daîreya 25A’yê de 44, di daîreya 20’an de 38, di daîreya 259’an de 38, di daîreya 25B’yê de 30, di daîreya 178’an de 30 û di daîreya 258’an de jî 29 hilbijêr, li bajaroka Rûbarokê jî di daîreya hejmar 135’an de 450, di hejmara 136’an de 71, di hejmara 136’an de 64, di daîreya 136’an de 54 û di daîreya 19’an de 55 û li gundê Sureklî di hejmara 18’an de 32 hilbijêr hatine qeydkirin.”

Bi hezaran hilbijêr zêde bûne

Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî ji MA’yê bi Fethî Balaban re axivî. Dede da zanîn ku li taxa Bûlakê ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û Mala Artêşê lê ye, 2 hezar û 350, li taxa Berçelanê ku Qişleya Fatîh lê ye 332, li taxa Medreseyê 475, li taxa Pehlîvanê 176, li taxa Sumbulê 95, li taxa Daggolê 93 û bi giştî 3 hezar 873 deng zêde bûne. Dede got ku taxa Medreseyê ku 3 hezar 208 hilbijêrên wê hebûn, niha hejmara hilbijêrên wê weke 2 hezar 953 kes hatiye destnîşankirin. Dede da zanîn ku taxa Bûlakê jî hejmara hilbijêran 6 hezar û 350’î bû lê niha 6 hezar û 155 kes hatine nîşandan. Dede got ku li gundê Xenanisê di hilbijartina hezîranê de hejmara hilbijêran hezar û 59 kes bû lê di vê hilbijartinê de navê 448 hilbijêran jê hatiye birîn û hejmar daketiya 611 kesan.

Li Çelê hejmara hilbijêran ji ya gel bêhtir e

Di berdewamê de jî Dede bal kişand ser navçeya Çelê û wiha got: “Li Çelê hejmara hilbijêran, hejmara gelê navçeyê derbas kir. Li taxa Emîrşabanê de di daîreyekê de 627 deng hene. Hejmara şêniyên taxê 2 hezar û 961 kes û hejmara hilbijêran jî 3 hezar û 577 kesin. Li gundan jî heman tişt heye. Li gundê Zawîteyê hejmara şêniyan 88 û ya hilbijêran 95, li gundê Salebekanê (kazan) hejmara şêniyan 10 û ya hilibjêran 14, li gundê Gûzereşê hejmara şêniyan 29 û ya hilbijêran jî 42 ye.”

Saît Dede bi lêv kir ku li navçeya Geverê jî heman tişt hatine kirin û ev agahî dan: “Di hilbijartina hezîranê de 72 hezar û 921 hilbijêr hene lê niha 3 hezar 262 hilbijêr zêde bûne. Li Şemzînanê jî li taxa Modayê li hejmara hilbijêran 988 kes zêde bûne. Li navenda navçeyê hejmara hilbijêran zêde  û li gundên ku qereqol lê hene jî hejmara hilbijêran kêm bûye. Li gundê Bêsosinê 850, li gundê Hordinê 398, li gundê Şapatanê 270 û li gundê Bêruhê jî 398 hilbijêr kêm bûne.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar