Ji ber çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk li Colemêrg û herêmên din ên bakurê Kurdistanê bi kar tîne, bi milyonan mêş dimirin. Mêşvanên ji Colemêrgê dan zanîn ku ev du sal in tu berhemek ji mêşên hingiv nagirin
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî bajarên bakurê Kurdistanê didomin. Di van êrîşan de dewleta tirk li hêlekê mirovan dikuje û li hêla din jî ji ber bikaranîna çekên giran û kîmyewî, xwezaya Kurdistanê tune dike. Ji ber van êrîşan gelek cureyên sewalan tune dibin û komkujiyên mezin çêdibin. Yek ji van cureyên sewalan ên ku ji çekên kîmyewî bi bandor dibin jî mêşên hingiv in.
Li çiya, dol û zozanên Colemêrg, Wan, Agirî, Bedlîs û bajarên din bi sedan ajalên kovî û cureyên giyayan hene. Li bajarên bakurê Kurdistanê ku xwedî xwezayekî dewlemend in, mêşvanî yek ji wan çavkaniyên debara jiyanî ya gel e. Li gel gelê herêmê, bi sedan mêşvan ji Ordu, Gumuşhane, Rîze û bajarên din ên Tirkiyeyê têne bajarên Kurdistanê. Hingiva ku ji hezaran cureyên giya yên taybetin bi erdnîgariya Colemêrg, Wan û Bedlîsê tê bi destxistin, hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê tê tercîhkirin.
Êdî kes nikare mêşvaniyê bike
Di van du salên dawî de êdî hatî rewşekî ku kes nikare mêşvaniyê bike. Derket holê ku di nava du salên dawî de li Colemêrgê û gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi milyonan mêşên hingiv mirine. Yên li navçeyên herêmê mêşvaniyê dikin dibêjin ku zirar kirine.
‘Sedema mirina mêşan çekên kîmyewî ne’
Welatiyek ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku karê mêşvaniyê dike diyar kir ku bi hezaran mêşên wî mirine û nêzî du salin ku tu dahatekî wî nebûye. Mêşvan wiha dibêje: “Ji bo hingivê Şemzînan daxwazeke mezin hebû. Lê di van du salên dawî de mêşên me bi carekî dimirin. Me zirarekî pir mezin dît. Ji ber mirina mêşan, hem par û hem jî îsal me tu berhemek ji mêşan negirt. Em bombeyên ku li çiyayan têne bikaranîn weke sedema mirina mêşan dizanin. Ronîkirinekî din ji bo mirina yekcarî a mêşan tune ye.” COLEMÊRG