Li navenda Colemêrgê û gundê Gûzereşê ya girêdayî navçeya Çelê di 14’ê cotmehê de leşkeran bi ser malan de girtibû û 5 jê welatiyên astengdar 18 welatî hatibûn binçavkirin. Duh piştî îfadeyên li Fermandariya Leşkeriyê ya Colemêrgê welatiyan sewqî edliyê kirin û dozger 16 kes bi şertê kontrola edlî berda û Îsmaîl Onal ê 84 salî û Fatma Sevmîş a 50 salî jî ji bo girtinê sewqî dadger kir.
Dadger bi îdiaya ‘alîkarî dane rêxistinê’ biryara girtinê da Onal û Sevmîş.
Diyar bû ku Fatma Sevmîş li dadgehê ji ser hişê xwe çûye. COLEMERG