Li gundê Talê yê Colemêrgê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe dest dan û 6 kes jî birîndar bûn
Li nêzî gundê Talê yê Colemêrgê qezaya trafîkê pêk hat. Serwîsa xwendekaran a ku ji aliyê Cemîl Tûran ve dihat ajotin, li dîrekeke qerexê rê ket û wergeriya. Di qezayê de ajokar Tûran û jinbiraya wî Fehîme Tûran dema ku ji serwîsê derketin, bi têlên ceryanê yên ji dîrekê qetiyabûn ve zeliqîn û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di qezayê de 6 xwendekar jî birîndar bûn.
Xwendekarên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Colemêrgê. COLEMÊRG