Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin ma bi xema kê ye’

Bavê Sertîp Şen ku duh dema pezê xwe diçêran li qada leşkeriyê hate kuştin, Cemşît Şen got ku ger leşkeran bixwesta dikariya kurê wî rizgar bikin. Bav Şen û wiha dom kir: “Mirovek hate kuştin lê raya giştî û parêzvanên mafên mirovan bêdengin. Li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin, xuyaye ku ev bi xema kesekî nîne.”

Şivanê bi navê Sertîp Şen di 2’yê gulanê de dema ku li gundê Wargenima yê Gever a Colemêrgê pezê xwe diçêrand, bi guleyekê birîndar bû. Şen ji ber ku pir zêde xwîna wî herikî, jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê jî Şen li gundê Wargenimayê hate definkirin. Malbata Şen têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku gule li nêzî sînga wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Malbatê got ku heta ku kiryar tên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin.

Der barê mijarê de bavê Şen, Cemşît Şen destnîşan kir ku kurê wî bavê 5 zarokan bû û tenê bi sewalkariyê debara xwe dikir. Bav Şen di berdewamê de jî wiha got: “Cihê ku kurê min lê hatiye qetilkirin, qada leşkeriyê ye. Serê sibê saet di 07.00’an de pezê xwe ji mal derxist û çû zozana Kavlêboş ê ku 3 kîlometreyan dûrî gund e. Demek direj agahî jê nehate girtin. Jinên ku çûn pincarî kurê min dîtin û agahî dan. Gundiyên bi hawarê çûn bi pişta xwe anîn. Demekî dirêj birîndar ma û pir xwîn winda kir. Ez dipirsim çima mudaxaleyî kurê min nekirin? Li cihê ku kurê min lê birîndar bûy, 2 qereqol û 2 baregehên leşkeran hene.”

‘Leşkeran dikariya rizgar bikin’

Bav Şen bi lêv kir ku kurê wî ji sînga xwe birîndar bûbû û wiha bi dawî kir: “Kurê min li qada qereqolê birîndar bû. Ew der ji aliyê leşkeran ve baş tê dîtin. Çima leşkeran mudaxale nekirin? Ger ku di dema xwe de mudaxale kiribûna dê nemiribûya. Em ê der barê kiryaran de serlêdana sûc bikin. Ma kuştina mirovan ewqas hêsan e. Dê nekarin bikujin û binuxumînin. Em ê hesaba vê bipirsin. Li Geverê û Colemêrgê şivanek hate kuştin lê cemawerî û parazvanên mafên mirovan bêdeng in. Xuya ye ku li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin, ev yek gelek bi xema wan nîne. Em ê dev ji vê dozê bernedin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar