Namzedên Hevşaredariyê yên HDP’ê li Colemêrg û Mêrdînê starta xebatên hilbijartinê dan û çûn serdana gel
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê, li avahiya partiyê bi civîna çepmeniyê starta xebatên hilbijartinê da. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, namzedên Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman beşdarî civînê bûn.
Ateş di civînê de axivî û wiha got: “Me îro dikandar ziyaret kirin û dest bi xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê kir. Em ê li bajêr bikevin hemû koçeyan û li deriyê hemû malan bidin. Em ê biçin serdana hemû dikandar, rêxistinên civaka sivîl, saziyên jinan û mal bi mal bigirin û pirsgirêkên wan guhdar bikin. Colemêrg Ya Me Ye. Em ê nedin kesek din.” Namzetên hevşaredaran û rêveberên bajêr piştî daxuyaniyê çûn serdana esnafan.
Li Mêrdînê jî namzetên Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê starta hilbijartinê dan. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî di nav de hevşaredarên navçeyan li avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê girseyê ve bi lêxistina çepik û erbaneyan hatin pêşwazîkirin. Namzedên HDP’î piştre heta Qada Azaediyê bi girseyê re meşiyan. COLEMÊRG/ MÊRDÎN