Li gundên Kelegerîn, Tirşîn, Koxan, Çarçelan, Aşkan û zozanên Avan, Çalyan û Arkaç ên girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê, kesên kincên sîvîl û leşkerî li wan kirî sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, kesên kicên sivîl û leşkerî li wan kirî, ev demeke diçin gund û zozanên herêmê û welatiyan di lêpirsînê re derbas dikin. Hat diyar kirin ku ev kes pirsên weke ‘Hûnê bi kî re hevdîtinê bikin? Hûnê biçin ku derê? Xizmên we kîne?’ ji welatiyan dikin û bi taybetî di saetên şevê de koçeran dilnerehet dikin û li hin malan jî lêgerînê pêk tînin. WAN