Ciwanan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin, bang li CPT, PE û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin ku li dijî tecrîda mutleq bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe divê her kes bi taybet ciwan di nava çalakiyan de bin.

Polîsên Fransî yên ku xwestin xwepêşandanê asteng bikin, bi bombe û gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin.