Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Curnê Reş şitlên 45 sal berê ji nû ve şîn bû

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku gelê Curnê Reş digot ev 45 sal in em li benda vê rojê ne û wiha got: “Zarok û neviyên berxwedêrên 45 sal berê li vir bedel dan, bersiva her xweş dan desthilatdariyê û di heman demê xwedî li mîrateya Alî Çat, Cûma Tak û Halîl Çavgûn derket. Şitlê ku 45 sal berê li Curnê Reş hat çandin, di 2’yê hezîranê de ji nû ve şîn bû.”

45 sal berê li Curnê Reş ji malbata Silêmanan Mehmet Veysî Bayik şaredariyê bi rê ve dibir. Lê di hilbijartina xwecihî ya 6’ê gulana 1979’an de Nadîr Temel bi ser ket û cara yekem bû ku tevgera siyasî ya gelê kurd şaredariyek bi dest dixe. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’î qeymeqamê Hîlwanê Taykan Ataman wek qeyûm tayînî Şaredariya Hîlwanê tê kirin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro Şaredariya Hîlwanê di bin rêveberiya malbata Silêmanan de bû.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adara 2024’an de ji bo vîna gelan bi ser nekeve hemû derfetên dewletê bi kar anî dîsa jî nikarîbû pêşiya vîna gel bigire. Di hilbijartinên herêmî de gel bi rêjeke mezin ragihand ku vîna wan a siyasî DEM Partî ye û dengê xwe dan DEM Partiyê. Ji van şaredariyên ku bidestxistina wê gelekî girîng û nirxdar bû, şaredariya Curnê Reş bû. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi dek û dolaban hilbijartina Curnê Reş taloqî 2’yê hezîranê kir. Di hilbijartinên 2’yê hezîranê de jî DEM Partî bi rêjeyeke mezin şaredarî qezenc kir. Tevgera siyasî ya kurd 45 sal şûnde careke din şaredariya Curnê Reş qezenc kir. DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ji sedî 33,20’ê dengan wergirt û bi ser ket. AKP îtîrazî hilbijartinê kir û Desteya Hilbijartinê ya Bilind hilbijartin betal kir û biryar girt ku di 2’yê hezîranê de bê nûkirin.

Di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de ku 2’ê hezîranê pêk hat, namzetên hevşaredariya Curnê Reş yên DEM Partiyê Seyhan Paydaş û Garîp Yeşîl vê carê bi rêjeyek bilind bi serketin û 10 hezar û 720 deng wergirtin û bûn hevşaredarên navçeyê. Namzetê AKP’ê Aslan Alî Bayik têk çû û DEM Partiyê piştî 45 salan dawî li desthilatdariya malbata Silêmanan anî.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihaye Omer Ocalan encam û serketina hilbijartina li Hîlwanê nirxand.

Parlamenter Omer Ocalan da zanîn ku gelê Hîlwanê tenê ne raya xwe da di heman demê de bersiv da desthilatdariyê, statûkoperestiyê û got: “Me tenê wek hilbijartina şaredariyê li vê hilbijartinê mêze nekir. Gelê Hîlwanê 45 sal berê ruhê azadiyê li vir çandiye û bi ruhê tevgera azadiya kurd beşdarî vê hilbijartinê bû. Dewletê 45 sal berê piştî qewimandinên li vir hin malbatan kişand cem xwe. 45 sal in ew malbat li dijî kurdan didin şerkirin. Ev ji bo wan şermek giran e. Gelê Hîlwanê jixwe di 31’ê adarê de bersiv dabû van. Lê dewletê viya qebûl nekir. Rayên gel, îradeya gel hatin şewitandin. Gel roja 2’yê hezîranê bi hin hesasiyet, biryar û seknek xurtir çû ser sindoqan û îradeya xwe bijart.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku encamên hilbijartinê da nîşandan ku ruhê 45 sal berê yê li vir hatiye xurtkirin û got: “Zarok û neviyên berxwedêrên 45 sal berê li vir bedel dan, bersiva her xweş dan desthilatdariyê. Wê şaredariya me di xizmeta gel de be. Lê belê gelê tenê ne ji bo xizmetê dengê xwe da, di heman demê xwedî li mîrateya Alî Çat, Cûma Tak û Halîl Çavgûn derket. Em ê jî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ocalan anî ziman ku desthilatdarî-dewlet hemû hêza xwe da Hîlwanê ku AKP bi ser bikeve û got: “Gelek tişt kirin ji bo ku bi ser bikevin lê encam diyar e. Bertîl dan xelkê lê dîsa pere nekir. Gelê Curnê Reş rant û bertîlên wan qebûl nekir. Gelek mirovan kirin navbeynkar lê encam negirtin. Gelê Curnê Reş li benda 2’yê hezîranê bû. Xelkê me yê Curnê Reş digot ev 45 sal in em li benda vê rojê ne. Şitlê ku 45 sal berê li Curnê Reş hat çandin, di 2’yê hezîranê de ji nû ve şîn bû.”

Ocalan bi bîr xist piştî serketina li Curnê Reş dotira rojê desthilatdariyê qeyûm tayînî şaredariya wan a Colemêrgê kir û wiha axivî: “Naxwazin, nahêlin ku gelê kurd kêfxweş û şanaz bibe. Bila desthilatdarî-dewlet berxwedana Wanê bîne bîra xwe. Xwestin îradeya gelê Wanê desteser bikin lê gel bi berxwedana xwe bersiva herî baş da. Gelê Wanê sepanên li wan tên ferzkirin qebûl nekir û herikîna dîrokê guhert. Mafê siyasetê yê kurdan ji destê wan tê girtin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bi hêza gelê xwe siyaseta demokratîk bi pêş ve bibin. Dewlet dixwaze li qada siyaseta demokratîk gelê kurd tasfiye bike. Qeyûm dişînin ser îrade û hebûna gelê kurd. Dem dema gelê kurd e ku bi rola xwe ya dîrokî abe. Gelê me çawa li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, dê li Colemêrgê jî xwedî derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar