Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li dehan navendên Ewropayê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Li gelek navendên Polonya, Almanya, Awusturya, Swêd, Yewnanistan û Fînlandiyayê bi hezaran kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Çalakvanan êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin û da zanîn ku dewleta tirk li Rojava sûcê şer dike

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi berxwedêrên Rojava re, li gelek navendên welatên Ewropayê kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Di vê çarçoveyê de li Polonya, Almanya, Awusturya, Swêd, Yewnanistan û Fînlandiyayê gelek kes li qadan bûn.

POLONYA

Di vê çarçoveyê de gelek kurdistanî û dostên wan li paytext Varşova, li Gdansk, Szczencîn, Lodz, Poznan, Torûn, Krakow, Woroclaw, Lûbîn û Rzeszowê daketin qadan û çalakî li dar xistin.  Di çalakiyan de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û çalakvanan xwest ku dewleta tirk dawî li êrîşên xwe bîne. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û peyama ‘Şoreşa Rojava biparêzin’ hate dayîn.

ALMANYA

Li bajarê Freîbûrg, Kîel, Koln, Mannheîm, Berlîn, Dusseldorf û Frankfûrt ên Almanyayê jî gelek kurdistanî û dostên wan daketin qadan êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bi meş û mîtîngan şermezar kirin. Di mîtîngan de hate destnîşankirin ku dewleta tirk li Rojava sûcê şer dike û dewletên ewropî jî hevkarên vî sûcî ne. Di heman demê de di çalakiyan de belavok hatin belavkirin. Girseyê bênavber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ berz kirin.

AWUSTURYA

Li paytexta Awusturya Viyanayê jî kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û dagirkeriya dewleta tirk protesto kirin. Di çalakiyê de wekîlê Meclisa Viyanayê ya Partiya Keskan a Awusturyayê Nîckî Kûnrath, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê û ji rêxistina Viyanayê Dr. Mîreîlle Ngossso û ji rêxistina doxtorên sînornenas Hagen Ebensbrûnner cihê xwe girtin.

SWÊD

Li bajarên Borlange û paytexta Stockholm ên Swêdê jî gelek kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava li qadan bûn. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin. Çalakvanan li Stockholmê xwestin li pêşiya avahiya Sefaretxaneya dewleta tirk çalakiyekê bikin lê polîsan nehiştin. Çalakî li cihekî nêzî seferatxaneyê pêk hat. Welatiyan bi dirûşman êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Welatiyan daxuyand ku dewleta tirk sûcê şer dike û bang li NY û hemû raya giştî ya cîhanê kirin ku xwedî li Rojava derkevin.

FRANSA

Kurdistanî û dostên wan ên li Place de Marîe ya bajarê Rennes a Fransayê hatin ba hev dagirkeriya tirk a li rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê şermezar kirin.

YEWNANISTAN

Navenda Çanda Kurd jî li paytexta Yewnanistanê çalakî li dar xist. Çalakî li pêşiya Meclisa Yewnanistanê hate lidarxistin. Di heman demê de welatiyan standek vekir.

FÎNLANDIYA

Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî kurdistanî ber bi sefaretxaneyên DYA û dewleta tirk ve meşiyan. Dîsa komîteya ji 3 kesan pêk dihat, dosyaya ku li ser dagirkeriya dewleta tirk amade kiribûn pêşkêşî rayedarên YE’yê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar