Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyek ragihand ku Hêzên Antî Terorê (HAT) ên ser bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma El Şihêlê ya Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê operasyonek kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên operasyon li dijî wan hatiye kirin ji êrîşên li dijî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspî û sivîlan berpirsyar bûn.
Li gorî daxuyaniyê operasyon bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin û di encamê de 4 çete hatine girtin, gelek belge jî hatine desteserkirin. QAMIŞLO