Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li Dêrazorê 25 çeteyên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku li Dêrazorê 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê hatine kuştin. Meclisê daxuyand ku komkujiyên li dijî gelê Dêrazorê hatine kirin bê bersiv namînin.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî êrîşên çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê û bersivdayîna êrîşan, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Roja pêncşemê di saetên serê sibehê de, çekdarên rejîma Sûriyeyê û yên bi navê Dîfa El Wetenî êrîşeke bejahî da destpêkirin û hewl da bikevin herêmên rojhilatê Dêrazorê yên li ser çemê Firatê. Hemwextî van hewldanan bi obîsên giran û hewanan êrîş pêk dianîn.

Ji ber êrîşên hovane yên ketober ên hêzên rejîmê yên li ser qadên sivîlan, li Zîban û gundê Letwayê 2 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Di êrîşa hovane ya li ser bajarê Şihêl de jî hejmarek sivîl birîndar bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Hecînê tavilê bersiva êrîşan da. Zêdetirî 400 çekdar beşdarî êrîşê bûbûn. Li derdora gundên Letewa, Dîban, Dernec, Xeranîc û Teyane şerekî dijwar derket. Hêzên me xisarên mezin dan komên çekdar ên êrîşkar. Wekî bîlançoya roja yekemîn a kuştiyên çekdaran, tevî berpirsan, 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Piştî têkbirina êrîşê hêzên me li herêmên ku çekdaran hewl da bikevinê, operasyona lêgerînê da destpêkirin.

Di operasyonên bersivdayîna êrîşên çekdaran de 2 şervanên me şehîd bûn û 10 şervanên din bi sivikî birîndar bûn.

Şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe tevkarî da hêzên me û beşdarî berxwedan û bersivdana êrîşan bûn. Tevahî eşîr û qebîleyan êrîşên bi armanca herêmê veguherînîn qada şerê navxweyî û rijandina xwînê ji bo xizmeta hêzên derve, red kirin. Aşkera ye ku armanca sereke ya van êrîşan kontrolkirina herêmê û derxistina fitneyê ye, dîsa ji bo herêmê veguherînên gola xwînê, wêrankirin û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên wê yên di bin banê Rêveberiya Xweser de bi hezkirin bi hev re dijîn.

Komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û komên wê yên Dîfa El Wetenî rasterast malên sivîlan kirin armanc. Tevî ku dizanîn ku ev herêm ên sivîlan in, lê dîmenên ku rejîm û milîsên wê malan dikin hedef jî derketin holê.

Wan ji bo ku tola binkeftina çekdarên xwe rake, di saetên destpêka sibeha roja înê de êrîşên xwe yên ketober ên bi obîs û moşekan li ser malên sivîlan zêdetir kirin. Van koman ji baregehên xwe yên li aliyê rojava yê çemê Firatê êrîş kirin û li gundên Dehle û Cedêdit Begara du komkujî pêk anîn. Di encama van komkujiyan de 11 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd bûn û 5 sivîl birîndar bûn.

Em Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji şehîdên van êrîşên nemerdane re dilovaniyê dixwazin. Em soz didin em ê bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji êrîşan bidomînin. Wê komkujî bê bersiv nemînin. Em ê mafê xwe yê parastina rewa ku di tevahî qanûn û zagonên navneteweyî de hatine diyarkirin, bi kar bînin.  Ev êrîş dikevin xizmeta rêxistina DAIŞ’a terorîrst ku li derfetekê digere da ku xwe zindî bike û terora xwe li herêmê belav bike.

Ji ber helwesta wan a nîştimanî û piştgiriya wan a bi hêzên me re li dijî êrîşan, ji ber rola wan a parastina hevgirtina civakî em tevahî gelê xwe yê Dêrazorê û rûspiyên qebîle û eşîrên herêmê silav dikin û spasiya xwe jê re pêşkêş dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar