Navenda Ragihandinê ya HSDʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞʹê ku ji 7 çeteyan pêk dihat, ji bajarokê Ezba yê li bakurê Dêrazorê hat bêbandorkirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:“Hêzên Komando yên girêdayî hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 7 terorîstên rêxistina DAIŞʹê li bajarokê Ezba yê bakurê Dêrazorê girtin.
Her wiha çekên cuda, alavên peywendiyê, belgeyên ku têkiliyên wan bi rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re piştrast dikin, desteser kirin.
Hêzên me teqez dikin ku têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst û jihevistina wan, kontrolkirina ewlehî û îstiqrara herêmê, parastina şêniyên û destkeftiyên wan dê bidomînin.”