Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li pişt Nexweşxaneya Kolerayê ya li taxa Hemîdiyê ya Dêrazorê êrîşî navendeke komên alîgirên Îranê hat kirin û piştî êrîşê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku di dema êrîşê de li asîmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ên biçek jî hebû. Hat hîn bûn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.
Komên ser bi Îranê ve cihê êrîşê dorpêç kir û ambulansan berê xwe dan herêmê.
Çapemeniya girêdayî hikumeta Şamê jî ragihand ku mayinekê ji bermahiyên “terorîstan” teqiyaye.