Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Dêrazorê nexweşxaneya herî mezin vedibe

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê, nexweşxaneya Kisra ya li gundewarê rojava ji nûve sererast kirin û wê di çend rojên bê de nexweşxane bikeve meriyetê.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên sererastkirina nexweşxaneya Kisrayê bi dawî dike

Di dema dagirkiriya çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarê Dêrazorê de, çeteyan nexweşxane wêran û talan kirin.

Nexweşxaneya Kisra li bajarokê Kisrat ê rojavayê Dêrazorê ye û mezintirîn nexweşxane li rojavayê Dêrazorê ye. Di nexweşxaneyê de beşa zarokan, beşa jinan, beşa nojdariya giştî, beşa lênêrîna giran, neştegeriya qestere, şewat û destwerdana lezgîn hene. Nexweşxane ji bo tevahî gundewarê rojhilat ê Dêrazorê ye.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/04/14/180705_-.jpg

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Herêma Rojvavayê Dêrazorê Ebdullah El Bedir diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê berî 6 mehan dest bi sererastkirina nexweşxaneya giştî ya Kisrayê kir û destnîşan kir ku lêçûna sererastkirinê 463 hezar dolar e.

El Bedir wiha domand: “Nexweşxaneya Kisra nexweşxaneya yekane li rojavayê Dêrazorê ye. Ev nexweşxane wê barê şêniyên herêmê sivik bike, nexasim ku lêçûna dermankirinê li nexweşxaneyên taybet buha ye.”

El Bedir diyar kir ku di çend rojên nêzîk de wê nexweşxane fermî were vekirin û bikeve xizmetê. Her wiha destnîşan kir ku ew ê ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê li gundewarê rojava yê Dêrazorê xebatên xwe bidomînin û zêde bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar