Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Dêrikê 100 kes ketin greva birçîbûnê

Bi pêşengiya Kongreya Star a Dêrikê, 100 kes ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Çalakvanan got ku heta ku tecrîd bi dawî dibe û Ocalan azad dibe dê çalakiyên xwe bidomînin

Bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, bi pêşengiya Kongreya Star li Dêrik a Qamişloyê 70 jê jin bi giştî 100 çalakvan ketin greva birçîbûnê. Konê çalakiyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan û bi wêneyê Ocalan, Leyla Guven û Nasir Yagiz hate xemilandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê çalakvanan endama Kongreya Star a Dêrikê Wesfê Mûrad daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Mûrad got ku ev 40 sal in Ocalan ji bo gelê kurd têdikoşe û wiha domand: “Ji ber vê jî em ji bo wî çiqas çalakiyan li dar bixin jî kêm dimînin. Wijdana mirovahiyê vê tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nake. Hêzên ku naxwazin li herêmê aştî pêk bê, di tecrîdê bi israrin. Çalakiya jina pêşeng a Leylayê,  heyecana şoreşê di dilê her jineke kurd  de geş kir. Em dibêjin ku heta daxwazên Leyla Guven tên qebûlkirin û tecrîd bi dawî dibe û Rêberê me azad dibe dê çalakiyên me bidomin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakan derbasî konê greva birçîbûnê bûn.

Hat zanîn ku çalakî dê 3 rojan berdewam bike. Di roja yekemîn de çalakî dê ji hêla beşdarên ji herêma Koçerata ve bê domandin, di roja duyemîn a çalakiyê de, dê komên ji herêmên li ber avê û di roja sêyemîn de jî dê welatiyên navenda Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dewr bigirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar