Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik’ê ji bo 140 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên mijdar, kanûn, çile û sibatê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li Stada Kornîş a girtî li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Rêvebera Kongra Star a Dêrik’ê Binefş Ebdo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got bîranîna wan soza şopandina xeta wan nû dike.
Binefş Ebo bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna rêgezên edalet û azadiyê de û soza şopandina xeta wan da.
Piştî nasnameyên şehîdan hatin xwendin, merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.