Li Mêrdînê jinan di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de starta xebatên mehekê li Dêrika Çiyayê Mazî dan
Li Mêrdînê jinan di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de starta xebatên mehekê li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dan. Jinên ku ew ê di meha mijdarê de li qadên cuda bin li Dêrikê çûn nav erdê zeytûna û ziyareta jinên kedkar kirin.
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, Hevseroka Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî Mulkiye Esmez û aktivîstên TJA’yê beşdarî serdana ji bo jinên kedkar bûn. Dê jinên ku serdana wan hatin kirin jî beşdarî vekirina saziya jinan a di 11’ê mehê de ew ê li Şemrexê pêk were, bibin. MÊRDÎN