Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li Dêrikê zarok fêrî muzîk û şanoyê dibin

Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava li bajarê Dêrikê ji bo zarokan perwerdeyê havînê hat destpêkirin. Zarok fêrî mûzîk û şanoyê dibin.

 

Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava (TEV-ÇAND) piştî bidawîbûna dibistanan li bajarê Dêrik a Kantona Cizîrê ji bo zarokan perwerdeyê havînê da destpêkirin. Zarokên di navbera 14-15 salî de bi atolye û perwerdeyê çandî fêrî mûzîk û şanoyê dibin.

Rêvebera Giştî ya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê Şemal Reşîd li ser xebatên wan ên perwerdeyê havînê ku ji bo zarokan hatiye destpêkirin axivî. Şemal Reşîd anî ziman ku perwerdeyên havînê yên ji meha hezîranê ve destpêkiriye ji bo zarokan pir sûdmend e û got: “Em dixwazin zarokên xwe di werza havînê de ji teknolojiyê dûrbixin û ferî çand û zimanê xwe bikin.”

Şemal Reşîd anî ziman ku perwerdeyê havînê yê ji bo zarokan hefteyê du rojan li Navenda Dîcle ya Çand û Hûnerê didome û got: “TEV-Çand a li Rojavayê Kurdistanê di meha hezîranê de projeya dibistana havînê da destpêkirin. Me jî xwest ji bo zarokên bajara xwe di vê projeyê de cih bigrin. Yekane armanca me ew ê ku zarok û civaka me fêrî çand û hûnera xwe bibin û ji bir nekin. Zarokan temen biçûk û yên 14-15 salî perwerdeya mûzik û şano dibînin. Perwerdeya me heftiyê 2 roja heye û di zarokan de pêşketinek baş heye. Hefteyê carekî roja înê hem li naven û hem jî li parka bajêr çalakiyên me yên hûnerî yên wek muzik û şano çêdibin. Ji aliyê gel ve tevlîbûnek baş heye.”

Şemal Reşîd wiha berdewam kir: “Zarok pêşerojê civak û şoreşê ne” anî ziman ku ji bo parastina çand û mîrateyan ew herî zêde berê xwe didin perwerdeyên ji bo zarok û ciwanan. Şemal Reşîd anî ziman ku bi taybetî di werza havînê de ku dibistan di etlane de ne ew dixwazin zarokan ji aliyên neyînî yên teknolojiyê dûr bixin û wiha domand: “Em dixwazin zarokên xwe ferî çand û zimanê xwe bikin. Ji ber ku ger zarok û ciwanên me fêrî çanda xwe bibin, wê fêrî tevahî civakê bikin. Navenda me ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahî gelên êzîdî û ereb vekiriye. Di navenda me de komên xweser û komên kevneşopî hene û her yek ji me di koma xwe de dixebite. Ger dayik û bavên me xwedî çanda xwe derneketî ban, wê çanda me winda bibûya. Heta niha jî dayikên me dengbêjî dibêjin. Tu civak nikare bê çand û ziman bijî. Em hêvî dikin tevahî malbatên me piştgirî bidin zarokên û ciwanên xwe.”

Bi domdarî têkildarî xebatên xwe yê giştî yê Navenda Dîcle a Çand û Hûnerê jî Şemal Reşîd wiha got: “Di destpêka Şoreşa Rojava sala 2011’an de piştî bajara Dêrikê hate rizgarkirin, di serî de em wek endamên çandê me berê xwe da navenda xwe û hewil da navenda xwe ji dewletê bigrin. Ji vir rojê heta îro em kar û xebatên xwe yên li navende didomînin. Her wiha di navenda me de Koma Cûdî, komên govendê û komên xweser ên zarokan jî hene. Projeya me ya avakirina koma dengbêjî ya jin jî heye û em kar û xebatên vê yekê didomînin.”

Şemal Reşîd wiha dawî li axafina xwe anî: “Daxwaza me ew ê ku gelê me xwedî çand û hunera xwe derbikeve” bi bal kişandina li ser şerê taybet û polîtîkayên bişaftinê yên li ser çanda Kurdî tê meşandin wiha axaftina xwe bidawî kir: “Dijmînên me di serî de êrişê ziman û çanda me dike. Lewre pêwîste em xwedî li çand û zimana xwe derbikevin û pêşbixin. Îro li Rojavayê Kurdistanê di aliyê çand, ziman û wêjeyê de gavek mezin hatiye avêtin. Em hêvî dikin çand, hûner û zimanê me hîn zêdetir pêşbikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar