Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Deriyê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê dest pê kir

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ên ku ji aliyê PDK'ê ve di kemînê de şehîd hatin xistin, li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şehîdan ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan û li Deriyê Sêmalka yê sînorê bi başûrê Kurdistanê re dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku 2 hefte ne li qadê çalakiya rûniştinê dikin, îro yekemcar ber bi deriyê sînor ve meşiyan. Mîna hewldanên beriya niha yên dayikan vê carê jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Şehîdan xwestin, nameyek li ser daxwaza xwe ya ji bo wergirtina cenazeyan radestî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin.

Di şeva 28-29’ê tebaxê de komek ji 7 gerîlayan dema hewl didan ji qada Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibin li ser Çemê Zê ketin kemîna hêzên PDK’ê.

HPG’ê di daxuyaniya 3’ê cotmehê de ev agahî li ser mijarê parve kiribû: “Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hat reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrîşê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrîşa ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve aşkera kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar