Li herêma Alîbogazi ya Dêrsimê di saetên serê sibehê de operasyoneke leşkerî dest pê kir
Li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozatê ya Dersimê, di saetên serê sibehê de operasyoneke leşkerî dest pê kir. Herêma ku ji duh ve wesayîtên leşkerî yên hewayî ÎHA û SÎHA lê digerin, îro serê sibehê yekîne û wesayîtên zirxî yên leşkerî jî sewqî herêmê hatin kirin. Tê gotin ku helîkopter jî li herêma ku operasyon lê hatiye dest pê kirin, digerin. Her wiha çavkaniyên herêmî radigîhin ku li herêmê yekîneyên veşarî yên dewleta tirk jî di nav liv û tevgerê de ne. DÊRSIM