Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Derya Spî nîşaneyên cengê!

Piraniya dewletên giregir, geştiyên xwe yên cengê kişandine Derya Spî û li goreyî saloxan ev karwanên cengê dewam dikin. Tê gotin ku heta niha li dora 90 keştiyên cengê li nava vê deryayê xwe bi cih kirine!

Gelek senaryo hene li ser vê gengeşî û devjeniya ji bo kêşeya Derya Spî.

Hinek dibêjin; gelek rezervek dewlemend a xaza xwezayî li vê deryayê heye. Hema li du parselan bi tenê; li dora 300 milyar varîl xaza xwezayî hatiye tespîtkirin. Li parsela 10’emîn 200 milyar, li parsela 12’emîn jî, di ser 100 milyar varîl re xaza xwezayî hatiye dîtin.

Ma dewletên li cîhanê yên hêzdar, xwe ji vê xezîna enerjiyê û di vê dema gelek hewceyî pê heye, xwe bêpar dihêlin?

Na xêr, weke qertelên çav li laş ketine, hema bi lez û bez êrîşî ser dikin.

Tê gotin ku şîrketên enerjiyê yên herî şareza û kêrhatî yên DYA û Îsraîl in; bi navê Neble û Delek, li ser plan û projeyek demdirêj li herêmê dixebitin. Bi navê EastMed, bi projeyek xeta boriyên xazê, dixwazin xaza xwezayî ya ku li der dorê Îsraîl û Qibrisê were derxistin, di ser girava Qibrisê re derbasî girava Gîrîtê bikin û ji vira jî di ser nîv-girava Morayê re bigihêne Îtalyayê.

Bi vê şêwazê pêdivîyên xazê yên Ewropayê çareser dikin û bêgûman bi vî awayî Ewropa, ji bin bandora Rûsyayê û Çînê derdixin bi xwe ve girêdidin!

Her wiha di vê projeyê de, yên ku zirarê bibînin; projeya Turkakim e û bi vêna ve girêdayî dewleta Rûsyayê û TC ye. Bêgûman yên ku qezenc jî bikin; di serî de DYA û Îsraîl  e û li gel wan, helbet hevalbendên wan e jî.

Senaryoya herî xurt, niha ev tê xuyakirin. Di vir de armanca sereke jî ev e ku rê li ber peşkeftina bazirganî û mezinbûna aborî ya Çînê bigrin.

Lê weke tê zanîn, dewletên di vê herêmê û vê deryayê de, ji her dewletê zêdetir xwe xwedî maf dibînin; Tirkiyeyê û Yewnanistan e. Jixwe ji niha ve Çipras, çû li Konseya Ewropayê giliyê dewleta R. Erdogan kir, ji ber ku destdirêjî xak û av û mafên wan ên neteweyî û navneteweyî kiriye!

Eger weke tê gotin ku ev senaryo bi vî awayî bi  rêve biçe, navenda şerê cîhanê yê 3’mîn dibe Derya Spî, lê divê Kurdistan neyê jibîrkirin.

Bêgûman ên ku herî derbê bixwin û dibe ku pergalên wan hilweşin; di serî de pergala faşîst û qirker a Receb e, her wiha li gel wî, hevalbendên wî Rûsya û Îran jî derbên giran dixwin û tifaq û peymanên navbêna wan jî hildiweşin. Piştî DYA, ji bo wan tankerên ku derbe xwarine Îranê tawanbar dike, gûmana êrîşkirina ser Îranê xurtir dike. Her wiha, di vê qonaxê de, êdî neçar dike ku R.Erdogan jî, helwesta xwe ya ji bo aliyekî aşkeretir bike.

Ji xwe piştî lihevhatina wan a Idlibê têk çû, êdî bi giştî ew civîn û peymanên wan ên Astana û hwd. jî bê wate man. Êdî rayedarên van dewletan, gav bi gav li hember hev gotinên tal û tirş dikin.

Eger wisa dewam bike, arteş û kurtêlxwir û çeteyên qirker ên Receb, ne bi tenê ji Idlibê, ew ê ji hemû Bakurê Suriyeyê û Rojava xwe paşve bikişîne. Her wiha divê xwe ji Başûr jî bikişîne.

Bi gotinek, din ew tifaqa wî ya li gel rêveberiya Başûr jî, êdî têk diçe.

Xwedê zanî, roja 23’ê hezîranê, li Stenbolê jî derbeyek giran ji hilbijartina şaredariyê dixwe û êdî dîwarê pergala wî ya dîktatorî mezintir diqelişê û bi lez ber bi hilweşandinê diçe!

Ew şewitandina zeviyên gel jî wî bi ser naxe. Berovajî, ew ax û hewara malbatên wan gundî û cotkaran, ew qîrîn û giriyên wan zaro û  kal û pîr û jinan, hemû li dijî wî dibe berxwedan û dawiyê serê wî û desthilatiya wî jî dişewitîne, davî sergoyê dîrokê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar