PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Li dijî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê êrîşa çekdarî

Piştî ku hikûmeta tirk HDP kir hedef, êrîşkaran bi çekan êrîş birin ser avahiya Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a HDP'ê û 2 kesan birîndar kirin

Piştî ku hikûmeta tirk HDP’ê kir hedef, êrîşkaran bi çekan êrîş birin ser avahiya Rêxistina Navçeya Bahçelîevler HDP’ê ya Stenbolê û kesan birîndar kirin.

Êrîşkarên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin ketine avahiya partiyê û têkilî endamtiya partiyê pirs kirine.

Diyar bû ku êrîşkaran piştre çay bi ser Ramazan Dişari yê çay dida wan de rijandine û êrîşî Dişari kirine.

Endamê partiyê Azîz Şîmşek dema ku hewl daye êrîşkaran asteng bike bi sivîkî birîndar dibe.

Êrîşkaran piştre baz dane firineke li nêzî partiyê, polîsên ku hatin cihê rûdanê xwedêgiravî ew ‘binçav’ kirine. Hê nayê zanîn bê ka ew birine ku derê.

Piştî êrîşan parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û endamên partiyê hatin avahiya navçeyê.

Dişari yê ku birîndar bû wiha behsa êrîşê kir: “Piştî ku min çay da bi ser linga min rijand û Got ‘ez hatime we bikujim’ û dijûn li me kir. Piştre destê xwe avêt çeka xwe û bi destê din bi kêrê êrîş anî ser min. Sînga min birîndar bû. Her wiha hevalên me yên li wir hewl dan ku wî rawestînin. Vê navberê de kêr li hevalekî me yê din jî kişand. Ji bo ku wî asteng bikim min kêr zevt kir. Vê navberê destê min birî. Hevalê me yê din jî ji destê xwe birîndar bû.”

Beriya niha kujer Onur Gence 17’ê hezîranê êrîş biribû ser avahiya Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya HDP’ê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû.

Balkêş e ku beriya bi rojekê ya rûniştina doza Denîz Poyraz ev êrîş pêk hatiye. Danişîna pêşî ya dozê 29’ê Kanûnê roja çarşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an dê pêk were. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar