Mehmet Alî Koçak ê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku berxwedan jî bêdengî jî tercîhek e lê ew li hemberî rewşa heyî berxwedanê tercîh kiriye
Çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li gelek navendan berdewam dike.
Bi heman armancî kurdistaniyê bi navê Mehmet Alî Koçak di 20’ê sibatê de li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyê ya Cenevreyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ev 25 roj in Koçak çalakiya xwe bi bawerî û biryardariyeke mezin didomîne.
Derbarê çalakiyê de Koçak anî ziman ku berxwedan jî bêdengî jî tercîhek e lê ew berxwedanê tercîh kiriye û dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Koçak ku 52 salî ye û bavê 6 zarokan e, bi eslê xwe ji gundê Alanyazî ya Mazgir a Dêrsimê ye û ji 2006’an ve li gel malbatê li Swîsreyê sirgûnê dijî. Koçak ji ber zext û gefên kuştinê yên dewleta tirk neçar dimîne ku ji welêt derkeve û jiyaneke sirgûn bijî.
Koçak dema ku tê Swîsreyê jî tu caran ji têkoşînê namîne, tev li hemû çalakiyan dibe û niha jî ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bedena xwe daye ber birçîbûnê.
‘Li hemberî rewşa heyî bêdengî nedibû’
Di destpêka axaftina xwe de Koçak wiha behsa ka çawa biryar daye ku dest bi çalakiyê bike, kir: “Çalakiya Leyla Guven û hevalên din ji çapemeniyê min pir dişopand. Her roj li televîzyonê helandina bedana hevalan temaşer dikir. Gelek zora min diçû ku min tiştek nedikir. Tam wê demê, bi vîna xwe min jî biryar li ser da ku bibim parçeyek ji vê çalakiyê û li rex hevrêyên xwe bim. Dema ku min ev biryarê da, min bi malbata xwe re par ve kir. Malbata min jî li ber biryara min got ’em li ber vîn û biryara te hurmetdar in û destekê didin te’ û li cem min sekinîn. Hatin serdana min jî û her carê desteka xwe vegotin.”
‘Me xwe bi Rêbertî nas kir’
Koçak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rêbertiyek heye ku me heyî dike. Me xwe bi Rêbertî nas kir. Berê me dizanîbû em kurd in lê me nedizanî bê ka em kurdên çilo ne. Bi Rêbertî me hebûna xwe baştir nas kir. Rêbertî xeta me ya sor e. Rêbertî ne tenê lîderê me kurdan e, yê tevahiya mirovahiyê ye. Ev 20 sal in li ser lîderê gel tecrîdek heye, nexasim di van 3 salên dawîn de hemû maf ji dest hatine standin. Ne dikare malbata xwe û ne jî dikare parêzerê xwe bibîne. Ev mafên sereke ne. Mafên ku her girtî divê jê sûd werbigire îro ji bo lîderê civakeke zêde têne dîtin. Ev maf li hemû cîhanê mafên sereke ne lê li Tirkiyeyê ji dest mirovan têne standin. Mixabin, dijminekî wiha barbar li pêşberî me heye, ji xwîna kurdan û ji tecrîda li ser Rêbertiya me dixwe û li ser pêyan dimîne. Dema ku ji hêla siyasî ve maf hatin qedexekirin, vegotina ramanê dema bi temamî hate qedexekirin û tu rêyeke din ji civakê re nehate hiştin, teqez berxwedan bi rengekî didome. Grevên birçîbûnê ku îro bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û li gelek deveran berbelav bûyî, tam jî li dijî dijmin serhildan û nîşaneya dilsoziya me ya bi rêbertî re ye.”
Divê êdî kes temaşe neke
Koçak da zanîn ku divê li hemberî tiştên ku tên jiyîn kes bêdeng nemîne û wiha pêde çû: “Êdî gelê kurd bi ser xwe ve were. Li hemberî vê hişmendiya ku mirinê layiqî me dibîne dema wê ye ku bi tevahî em li ber xwe bidin. Me bedena xwe da ber mirinê û rêya berxwedanê hilbijart, ne dema wê ye ku me temaşe bikin û li ser me xemgîn bibin, gelê me divê dev ji temeşakirin û bêdengiyê berde. Heke em bi hev re tevbigerin, em bi hev re xurt in.”
Bang li gelê kurd kir
Her wiha Koçak destnîşan kir ku berdêla wê çi dibe bila bibe dê bi berxwedana heyî tecrîdê bişikînin û wiha bang li kurdan û dostên wan kir: “Berxwedaniyek heye rast e lê ev ne bes e. Ji gelê me yê li Ewropa, welatparêz, xebatkar, dostên me hêviyên me hene. Em dikarin van çalakiyan geştir bikin. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin. Bes em berxwedanê geş bikin.” CENEVRE