Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî bêdengiyê dayik rabûne ser piyan

Xizmên girtiyên siyasî ku ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku çalakiya nobetê bikin, polîsên tirk êrîş birin ser malbatan

Malbatên girtiyan ji 9’ê nîsanê û vir ve li ber Girtîgeha Girtî a Jinan a Tîpa M’yê çalakiya nobetê dikin. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglu û hunermendên Navenda Çanda Mezopotmayayê jî ji bo desteka li çalakiyê çûne Gebzeyê. Malbatên ku li ber HDP’a Gebzeyê hatin gel hev li wesayitan siwar bûn û çûne cihekî nêzî girtîgehê. Malbatan dema ku xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin polîsan rê li wan girt û nehiştin ku çalakî bê li darxistin.

Polîsan gotin walîtiyê çalakî qedexe kiriye û malbat bi darê zorê li wesayiyan siwar kirin.

Hatîce Soyler, dayika Ozlem Soyler ku ev 139 roj in di greva birçîbûnê de ye, li dijî polîsan wiha got: ”Hûn hezar carî jî me binçav bikin, hûn derbê li me bixin jî em ê dîsa werin vir.” Dayikan gotin şemiyê dê dîsa werin ber Girtîgeha Gebzeyê.

Polîsên AKP’ê êrîş birin ser dayikan

Li aliyê din polîsên tirk ên AKP’ê dîsa êrîş bire ser dayikên ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê, ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiya nobetê digirtin. Di çalakiya nobetê de parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Gulîsyan Koçyîgît jî amade bûn. Polîsan gaza sotîner avête ser çalakgeran, dayika bi navê Huriye Turgut, parezerên OHD’ê Ahmet Balkaya û Renîng Ergul û dayikeke din ku navê wê diyar nebûyî binçav kirin. 2’yê Gulanê polîsan dîsa êrîş biribû ser çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê û 15 kes binçav kiribûn û piştre hatibûn berdan. KOCAELÎ / STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar