Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî çeteyên fihûşê yên dewleta tirk banga rêxistinbûyînê

TJA'yê der barê çeteyên fihûş û hişbirê yên li Colemêrgê ku di rojevê de ne daxuyanî da û li dijî van çeteyan banga birêxistinkirina berxwedanê kir

Di rojên borî de hatibû diyarkirin ku li navenda Colemêrg û navçeyên wê çeteyeke ku di nav de leşker û cerdevan jî hene bi rêya şantajê fihûşê li jinan ferz dike, heye. Di encama şantaja vê çeteyê de jinek hat qetilkirin û li jinek jî întîhar hat ferzkirin.

Der barê fihûş û bikaranîna hişbirê ya li herêmê ku di encama polîtîaya şerê taybet de zêde bûne Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku hikûmet dixwaze hemû nirxên mirovahiyê binpê bike û hewl daye zemîneke ku rastî bêwate bibe ava kiriye.

Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet

TJA’yê da zanîn ku kevneşopiya netew-dewletê ya sed salî ya li Tirkiyeyê mirovan ji bilî mirinê layiqî tu tiştekî din nabîne û wiha got: “Hikûmet tevî hemû hewldanên xwe li pêşberî rastiya civaka azad a jinên azad bêçare maye.  Ji ber vê yekê, rêbazên şerê taybet ên ku dê hemû nirxên exlaqî-çandî hilweşînin, têne sepandin. Gelê kurd ev çil sal in bi her cure polîtîkayên qirêj ên şerê taybet re rûbirû maye. Xizanî, zordarî, tundî, kuştinên kiryar nediyar, valakirina gundan, girtin, sirgûnkiriê… Bi polîtîkayên şerê taybet re her cure rêbazên ku exlaq û nirxên civakî ji holê radikin ên weke destdirêjî, destavêtin, fihûş, bikaranîna hişbirê li dijî civakê wekî çek tên bikaranîn.”

Nirxên civakî yên gel tên tunekirin

Her wiha TJA’yê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya bêexlaq û hiqûqî ya li hemberî Ekîn Van, derxistiye holê ku mekanîzmaya dewletê li ser bedena jinan polîtîkayên qirêj çawa dimeşîne. Di demên dawî de çeteyeke fihûşê ya ku li gund, navçe û navenda Colemêrgê peyda bûye heye. Li dijî van hemû polîtîkayên şerê taybet ê kirêt pêdivî bi têkoşîna rêxistinkirî heye. Em wekî jinên ku daxwaza civaka bi exleq dikin dibêjin di serî de Colemêrg em ê li tu deverê li heberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em ê vê tora êrîşê ku li hemberî rûmeta gelê kurd hatiye pêkanîn parçe bikin û êrîşên wan vala derxînin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar