Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Li dijî dagirkeran çalakiyên gerîlayan

Hêzên gerîla li qada Girê Sor ê herêma Avaşînê, ji nêz ve li dagirkerên tirk xistin ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer bikin. Piştî vê destwerdanê hêzên dagirker neçar man ji herêmê vekişin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker de daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê  wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

18’ê tebaxê li herêma Avaşînê dagirkeran bi çekên giran bombe li tunelên şer ên li qada Girê Sor barandin. Piştî vê bombardûmanê xwestin xwe nêzî tunelên şer bikin. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran xistin. Piştî vê destwerdanê, dagirker neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

17’ê tebaxê saet di navbera 13:00-14:00 de li herêma Zapê, qada Girê Cûdî ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

18’ê tebaxê li herêma Avaşînê, li dijî tunelên şer ên li qada Girê Sor gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Saet di 19:00 de bi teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin. Heman rojê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê jî dewam dike.

18’ê tebaxê saet di navbera 20:45-23:20’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman geriyan. Heman saetê bi helîkopterên êrîşê bombe li qada Werxelê hate barandin.

18’ê tebaxê saet di 12:00 de li herêma Zapê qadên Karker û Şikefta Birîndaran, 19’ê tebaxê saet di navbera 05:00-06:00 de qada Çemço ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin. Heman rojê saet di navbera 21:00-22:00 de qada Tîpa T bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi herêmê ket ku şewat hîn jî dewam dike.

18’ê tebaxê saet di navbera 20:30-22:30’î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Seraru û qadên Kela Qumriyê û Koordîne bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar