Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî dagirkerî û îxanetê banga seferberiyê

Tevgera ciwanên Ewropa, li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê ya dewleta tirk û xeta xiyanetê ya PDK’ê, ciwanên Kurdistanê û enternasyonalîst vexwendin seferberiyê

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Ciwanên Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi daxuyaniyekê, bang li hemû ciwanên kurd û enternasyonalîst kir ku li dijî xiyanet, faşîzm, êrîşên qirkirinê û tecrîdê tev li seferberiyê bibin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Bi taybet gerîlayên di serî de li her parçeya Kurdistanê, li Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûrayê di nava berxwedaneke bi heybet de ne, em tevgerên ciwanan wan silav dikin. Weke tê zanîn Tevgera Azadiyê û tevgerên ciwanan di pêvajoyeke dîrokî de ne. Êrîşên faşîzan ên AKP-MHP’ê di çarçoveya konseptekê de tê pêşxistin û pir berfireh in. Zelal e, dixwazin êrîşeke qirkirinê pêk bînin. Konsepteke ku kurdan qebûl nake û dixwaze tune bike tê pêşxistin. Bi xeta xiyanetê ya PDK’ê re dibe yek û êrîş dike. Êrîşkariya faşîzan a gihiştiye astekî pir hovane, ketiye qonaxek nû. Dema mirov li asta êrîşkariya sîstematîk û sîstema îşkenceyê ya li ser Rêber Apo tê pêşxistin, dinêre, dibîne ku di şexsê Rêber Apo de gel hatiye tecrîdkirin.

Em TCŞ û TEKO-JIN, bi awayekî zelal didin diyarkirin ku; Rêbertiya me xeta me ya sor e. Em ciwanên kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn, li dijî her êrîşeke li ser Rêbertiya me bê kirin, em amade ne li her kolan, agirê şoreşê pêbixin.

Dem dema tevgera ciwanan a pêngava ‘Werin Ceng Azadiyê’ ye. Dem dema ku her ciwanek erka dikeve ser milan pêk bîne ye. Divê bi gotina; ‘Dem dema azadiyê ye’ xwe bi rêxistin bike, xwe bi berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûrayê lehengiyên mezin dikin re bikin yek, wiha ji bo vê pêvajoyê re bibe bersiv. Em TCŞ û TEKO-JIN bang li her ciwaneke ku li Ewropayê dijîn ku tev li pêngava seferberiyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar