Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li dijî dagirkerî û xiyanetê dem dema berxwedanê ye

Gelê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê bi dirûşma “li dijî dagirkerî û xiyanetê dem dema berxwedanê ye” meşiyan û ev tişt anîn ziman: “Yên li Başûr şer dikin, beşeke wê ya zêde ne eskerên tirk e DAIŞ’in. DAIŞ îro li çiyayên azad li dijî gerîla şer dike, ji ber vê yekê erka me tevaye em li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bikin. Gerîla parêzvanên Kurdistan û Êzidxanê ne.”

Malbata sîxur Barzanî û çeteyên wê li başûrê Kurdistanê dane pêşiya dewleta dagirker a tirk û çeteyên DAIŞ’ê û êrîşî gerîlayên azadiyê dikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ li dijî dagirkeriya tirk û xiyaneta malbata sîxur ji Kolkaya Serdeştê heya Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankarta bi dirûşmeya, ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê, dem dema berxwedanê ye’ ji aliyê jinan ve hate rakirin. Di meşê de bi dehan posterên Rêberê Gelê kurd Adullah Ocalan hatin hilgirtin.

Nûnerên hemû sazî û dezgehên Şengalê, ciwan, jin û rûspiyên civaka êzidî di meşê de amade bûn. Piştî girseya gel gihîşt şehîdgehê li vir daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin.

Riham Hesen destpêkê balkişand ser armanca dîrokî ya êrîşên dagirkeriyê û wiha axivî: “Dewleta tirk a dagirker a bi xeyalên zindîkirina împeretoriya Osmaniyan li Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê tevdigere, dixwaze bi hevkariya PDK’ê û Iraqê başûrê Kurdistanê dagirker bike. Dewleta tirk hewl dide xeyalên xwe ya sedsalê dagirkirina Kerkûk û Mûsilê pêk bîne, di vê merhelê de bigihîne encamê. Lê bi salane rûbirûyê berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê dibe.”

Riham Hesen dazanîn dewleta tirk dixwaze rewatî bi dagirkeriya xwe ya li Iraqê bide û got: “Yekane hêza li dijî dagirkeriya tirk û faşîzma wê têdikoşe gerîlayên azadiyê ne. Ji bo bikare van xeyalên xwe pêk bîne, bi hemû cûre çekên qedexekirî êrîşê gerîla dike û sûcên şer dike. Dewleta tirk li beramber berxwedana gerîla têkçû û nekarî ji bakurê Kurdistanê ve herêmên gerîla dorpêç bike. Bi serdana serokkomarê faşîst ê tirk Erdogan a Iraqê re xwest Iraqê jî bike hevparê sûcên xwe yên şer û dagirkirina Kurdistanê. Bi vî awayî rojeva dagirkeriya tirk, êrîşên hewayî û derketina leşkerên tirk ji axa Başûr û Iraqê ji rojeva iraqiyan derbixe, dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh, mayînde û fermî bike.”

Li ser beşdarbûna çalak a PDK’ê di planên dagirkirina Başûr de û anîna DAIŞ’iyan jî Riham Hesen di dewama daxuyaniyê de wiha got: “PDK di dîroka xwe de  tu carî ne li gel bindestan, ne jî li gel gelê kurd sekiniye. Berovajiyê wê timî li pêş azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelan bûye asteng. Rûyê PDK’ê di nava gelê kurd û civaka Êzidî de reşe. Her timî li pêş dagirkeran ketiye û wan aniye di nava axa xwe de bi cih kiriye. 3’ê Tebaxa 2014’an rê ji DAIŞ’ê re vekir, Şengalê dagir kir û bû sedema fermanê. Eger heya niha jî li Şengalê rêveberiya xweser a êzidiyan rûbirûyê êrîşan tê sedem PDK e. PDK her roja paştir xiyanet ji xiyaneteke din mezintir dike. Cihê wê timî li gel dagirkeran bûye. Herî dawî jî PDK ji bo artêşa tirk Başûr dagir bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bike, 22’ê Hezîranê rê ji artêşa tirk re vekir. Ev tifaqên qirêj yên li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê çêdike, ne di xizmeta gelê Başûr û ne jî di xizmeta gelên Iraqê de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, piştî anîna cerdevan, çeteyên Roj, niha jî PDK çeteyên DAIŞ’ê tîne herêma Behdînanê û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: “PDK li gel bicîhkirina çeteyên Roj li herêmên gerîla, anîna cerdevanan, vê carê DAIŞ’ê bi awayeke fermî anî xiste Başûrê Kurdistanê. Ev hevkariya PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re weke dijminahiya li mirovahiyê û bi taybet jî civaka Êzidî dibîn in. Bi cîhkirina DAIŞ’ê û tevlîkirina şerê dijî gerîla de em weke dijminahiya mezin a li dijî civaka Êzidî jî dibîn in. Hemû gelên Iraqê zirarên mezin ji DAIŞ’ê û dewleta tirk dîtine. Ji bo binkeftina xwe û dewleta tirk veşêre, zindîkirina DAIŞ’ê metirsiyeke cidî ye li ser Iraq û civaka me.

Li gorî artêşa tirk bi awayeke fermî di deriyê Xabûr re bi çekên giran derbasê Başûr bû, bi dewleta Iraqê re jî lihevkirinek pêkaniye. Em weke pêkhateyeke Iraqê ya di fermanê re derbasbûye, bang li Iraqê dikin hîn zêdetir dereng nebûyî pêşî li vê metirsiya mezin bigire, pêşî li dagirkeriya dewleta tirk û zindîbûna DAIŞ’ê bigire. Heke di vê dema dîrokî de Iraq were lîstokên dewleta tirk, dê bikeve rêyeke vegera wê nebe. Dewleta tirk afirînerê DAIŞ’ê ye, niha DAIŞ jî bicîh kiriye.”

Riham Hesen li ser bicîhkirina DAIŞ’ê pirsek arasteyê serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî kir û got: “Em dipirsin gelo hikûmeta federal a Sûdanî ji bo bicîhkirina DAIŞ’ê û leşkerên dagirker li ser axa xwe bêdeng bûna xwe bidomîne? Eger pêşî li dagirkeriya tirk neyê girtin, wê ne dîrok, ne gelên Iraqê û ne jî axa Iraqê desthilata Iraqê efû neke û dê dawî li desthilata hikûmeta niha ya li ser kar jî bîne. Iraq ku nû nû xwe kom dike, wê careke din bikeve nava aloziyeke dem dirêj. Divê Iraq komkujiyên dewleta tirk û DAIŞ’ê ji bîr neke û di salvegera komkujiya Perexê de nekeve nava şaştiyeke wisa mezin a dîrokî. Em weke civaka Êzidî bang li Birêz Sûdanî jî dikin, berpiryariyên xwe yên nîştîmanî pêkbîne, dawî li dagirkeriya dewleta tirk bîne û rê nede careke din DAIŞ li herêmê zindî bibe.”

Riham Hesen piştgiriya gelê Şengalê ya ji bo berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê jî ragihandi û got: “Her wiha li ser gerîlayên azadiyê bi hevkariya PDK dewleta tirk rojana şerekî dijwar  dimeşîne. Em dibêjin Gerîla parêzvanên Kurdistanê û Êzidxanê ne. wan me ji fermanê parastin û niha jî xwe ji me re kirine mertal. Em weke civaka Êzidî heya dawî li gel berxwedana wan a birûmet disekinin. Ew parêzvanên me ne, emê jî li gel berxwedana wan a dîrokî rawestin û çalakiyên wan yên dijî dagirkeriyê silav dikin. Hemû gerîlayên di berxwedana dijî dagirkeriyê de şehîd bûn bibîrtînin û dibêjin, emê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li civaka Êzidî jî kir û wiha got; “Li pişt berdxwedana gerîla bisekinin. Em li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li civaka xwe ya Êzidî û xelkê me yên Şengalê jî dikin, bi hemû hêza xwe li dijî hewldanên dagirkirina Başûr ku Mûsil û Şengalê jî digire nava xwe, bisekinin. Ev merhela dîrokî a têkoşînê tenê bi berxwedaneke pir alî ya gel û gerîla dikare serbikeve.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û wiha got; “Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê berxwedana hebûnê ya li hember tunebûnê ye. Berxwedana bindestan a li dijî neheqiyê ye. Ev berxwedan li dijî dagirkeriya xewn û xeyalê Osmaniyan e. Xewna hezarî salan a dewleta tirk e hemû pêkhateyên li Kurdistanê dijîn û bi taybet jî civaka Êzidî ji holê rake. Armanca wê ya sereke ewe ku axa Kerkûk, Mûsil, Silêmanî, Dihok û Hewlêrê dagir bike. Erdogan dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Kê li pêş xewn û xeyalên Erdogan astenge, Tevgera Azadiyê PKK’ye. Ji bo tasfiyekirina gerîla bi hemû hêza xwe ketiye tevgerê. Tu carî şoreşên kurdan têk neçûye, eger ne ji kurmê darê anjî dijminên kokê be. Dewleta tirk bi serkêşiya PDK’ê ku di nava xiyanetê de ye nîviyê zêdetirê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. PDK pêşmergeyan dide pêşiya artêşa tirk a dagirker ji bo li gerîlayên azadiyê bixe. Xwedî derketina li PKK’ê û li gerîlayên azadiyê erka me hemûyaye. Yên li Başûr şer dikin, beşeke wê ya zêde ne eskerên tirk e DAIŞ’in. DAIŞ îro li çiyayên azad li dijî gerîla şer dike, ji ber vê yekê erka me tevaye em li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bikin. Em weke Tevgera Jinên Êzidî berxwedana gerîla silav dikin. Em her gerîlayekî himbêz dikin û hezkirina xwe ji wan re dişînin. Gerîla û fikrê Rêber Apo me ji fermanê xilas kir. Em dibêjin, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî gerîla.”

Daxuyanî bi dirûşmên wekî, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîlayên azadiyê’, ‘Bimre xiyanet û bimre hevkariya bi DAIŞ’ê re’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar