Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî dagirkerî û xwefiroşî tev li nav refên gerîla bûn

Di 43’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê de 23 jinên ciwan û ciwanên ji başûrê Kurdistanê li dijî yên ku dixwazin Kurdistanê bifroşin û dagir bikin beşdarî nava refên gerîla bûn

Navenda Nûçeyan

Bi boneya 43’yemîn salvegera damizarandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û her wiha beramberî hêzên kurd ên ku hevkarî dewlata tirk a dagirker dikin re wekî helwestek 23 ciwanên ji başûrê Kurdistanê tev li nava refên gerîlayên azadiyê bûn. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji bo parastina şeref û kerameta gele Başûr wan biryar dane ku tev li nav refên gerîla bibin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye;

“Wekî tê zanîn ku dewleta dagirker a Tirkiye cuda ji hewldanên siyasî û kulturî, bi awayekî aşkera û li pêş çavê hemû cîhanê, hewl dide başurê Kurdistan dagir bike. Li hember dagirkeriyekî bi vî rengî 2 rêyên zêdetir li pêşiya gel nehiştine. Ya gelê me koçberê welatên rojavayî dibin û weke hêzekî belaş heyanî mirinê di koçbertî de dimînin yan jî weke me ji bo berjewendiya gelê xwe tev li hêzên azadî dibin.

Hûn dizanin sal zêde derbas nebûye û li pêş çavên me, axa Kurdistanê ku bi xwîna şehîdan hatibû azadkirin, vê carê ji aliyê xayînên navxweyî ve tê firotin û li welatên derve mesrefa zarok û keyfiyetên xwe dikin. Li hember vê rewşê me nema karî xwe kur bikin.

Ev hêzên malbatî bi dirêjahiya salên ku deshilatdariya xwe li ser gel dimeşînin, ne tenê fêrî siyaset nebûne, belkî li ser gel qomarkirine, kengî xwestin meydana şer berdane û kengî xwestin samanên ser erd û bin erdê Kurdistanê pêşkêşî dagirkerên Kurdistanê kirin û tu car ne pirsa gel kirin û ne jî hesab dane gel. Dema ku gel li hember wan dengê xwe rakiriye, xwe di zindanên parastinê de dîtine.

Li ser van bingehan û ji bo parastina şeref û kerameta gelê başûrê Kurdistan me biryar daye ku tev li hêzên gerîla bibin û li hember dagirkirina Başûrê welat heyanî dilopa xwe ya dawî li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin.

A niha û demê ku li ser me derbas dibe pir hestiyar e, ger helwestekî me ya cidî dernekeve, di rojên ne pir dûr de dibe ku tiştek li ser navê Başûrê welat nemîne, bêdeng mayîn bi temamî dikeve xizmeta dagirkerên Kurdistan û hêzên xwefiroşê navxweyî.

Li ser van bingehan bi biryardarî, peymana xwe didin şehîdên Kurdistanê û hêvî dikin ku wê dengê me bigihîje ciwanên me yên dilsoz û bi tevlibûna sedan û hezaran kesî, xeyala welatfiroşî, dizî û dagirkeriyê di nav dilê dijminên gelê me de hişk bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar