PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Li dijî dagirkeriyê biryara me berxwedan e’

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bi hezaran welatiyên Efrîn, Şehba û Minbicê meşiyan. Welatiyan da zanîn ku dewleta tirk li dijî Rojava komkujiyan dike û ew ê li dijî van komkujiyan hevgirtin û têkoşîna xwe mezintir bikin û biryara wan berxwedan e

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedan welatiyên ji Efrîn, Şehba û Minbicê meşiyan. Welatiyên ku li qada navçeya Ehresê kom bûn, bi alên HSD, Kongreya Star û bi wêneyên şehîdên Berxwedanê Rûmetê dest bi meşê kirin.

Her wiha çalakvanan pankartên ‘Ji bêdengiya navdewletî re Na’, ‘Ji dagirkeriya artêşa tirk a li ser xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê re N’, ‘Nebin hevkarên artêşa tirk’ , ‘Em êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin’ , ‘Erdogan kujer e û cudabûnê naxe navbera astengdar û pîremêran de’ , ‘Erdogan kujerê zarokan e’ û ‘Êdî ji tunekirin û çewisandina gelê Sûriyeyê re bes e’ vekiribûn.

Meş ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve domiya û li wir veguherî mîtîngê. Di meşê de welatiyan bi dirûşman dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kir. Di çalakiyê de endama Meclisa Ehresê Ronahî Oso û endama Rêveberiya Meclisê Henan Silêman axivîn.

‘Dewleta tirk alîkariyê dide terorîstan’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destwerdanên hêzên cîhanî, destekdayîna dewleta tirk a bi terorîstên DAIŞ û El Nusrayê re ku ew derbasî xaka Sûriyeyê kirin, alozî kûrtir kir. Axaftvanan got ku dewleta tirk van koma birêxistin dike û agirê fitneyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê der pê dixe. Axaftvanan da zanîn ku dewleta tirk dijminatiya fikra biratiya gelan dike, Efrîn dagir kir, şêniyên wê koçber kir, demografyaya herêmê guherand, bi hemû rêbazan kiryarên talankirin, wêrankirin û dermirovî pêk anîn lê tevî vê jî civaka navdewletî bêdeng e.

Herî dawî jî hat gotin ku dê li dijî êrîşên dewleta tirk asta hevgirtin û berxwedana xwe mezintir bikin.  Mîtîng bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

Çalakiya Minbicê

Bi heman boneyê bi sedan welatiyên Minbicê jî meşek li dar xist. Di meşê de welatiyan pankartên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re Na’, ‘Em êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Sûriyeyê red dikin’ û ‘Pêkhateyên Minbicê li dijî faşîsta tirk tevnek e’ vekiribûn. Di meşê de welatiyan her wiha dirûşmên ‘Gelê Sûriyeyê yek e’  û ‘Na ji dagirkeriya tirk re’ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Til Hozan Ehmed El Hisên axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Hisên diyar kir ku jiyaneke azad û bi rûmet mafê gelê herêmê ye jî. Hesen bi lêv kir ku çeteyan ax û welatê xwe bê temamî firotin û ew wan naxwazin. Hesen got ku ew ji tank û topên dewleta tirk natirsin, dê herêma xwe biparêzin û biryara wan berxwedan e.

Meş bi dirûşman bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar