Gerîlayên HPG’ê di 24’ê tîrmehê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa tirk çalakî li dar xistin û di vê çalakiyê de 4 çeperên leşkerên tirk hatin rûxandin û 12 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Şehîd Ronya de çalakiyên bin bandor li dijî artêşa tirk lidar xistine û ev agahî parve kir: “Kesên bi navê Haşîm Hesen û Cebelî Balî yê ji gundn Kaportê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser mijara bi artêşa TC’ê re karkirin bi dehan car ji aliyê hêzên me ve hatine hişyarkirin. 23’yê tîrmehê saet 22:00’an hêzên em li dijî van kesên ku ev hişyarî li ber çavan negirtin agir berdane 3 kamyon, 2 kepçe û gelek amûrên kargeheke ku girêdawî wan bû û tunekirine.
24’ê tîrmehê heman rojê saet 08:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistine de 4 çeper hatin ruxandin, biqasî hate zelalkirin 12 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
Heman rojê seet 12:20’ê hêzên me yên YJA Starê, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li devera daristan a Girê Şehîd Sarya dar jêdikirin çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiya sekvaniyê ya li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sarya hate kirin û şûnde, hêzên me saet 19:30’î li Girê Şehîd Dewrêş ê li herêma Xakurkê kepçeyeke ya girêdayî TC’ê kirine hedef. Di vê çalakiya bi dijwarî li kepçeyê hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehate bidestxistin.”
Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
Her wiha HPG’ê da zanîn ku 24’ê tîrmehê saet derdora 16.00-17.30’î balafirên şer ên tirk derdora gundê Bêpalan ê girêdayî herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û saet 20.15’an jî li devera Kurojahroya ya girêdayî Herêma Zapê bombebardûman kirine. BEHDÎNAN