Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li dijî dagirkeriyê ciwanan berê xwe dan çiyan

Ciwanên tevlî nav refên gerîla bûn anîn ziman ku ew soz didin ku di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna de, tola şehîdan hilînin û xwedî li mîrateya wan derkevin û wiha gotin: “Bangawaziya me ji bo tevahî jin û xortên ciwan yê her çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, ew e ku xwe bigîhînin rêya heqîqetê.” 

Komek ciwan beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn. Ciwanan beşdarbûna xwe bi daxuyaniyekê ragihandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hêzên hegemon timî bê navber êrîşî gelê kurd dikin. Li hember van êrîşan ji bo ku gelê kurd bibe xwedî nasname, welat û ziman ev 50 sal in Rêber APO bê navber têkoşîn dike. Hêzên hegemon ji bo ku têkoşîna gelê kurd tune bikin û ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav nebe, bi komploya navnetewî Rêber Apo dîl girtin. Dewleta tirk bawer dikir ku bi dîl girtina Rêber Apo wê PKK tasfiye bibe û gelê kurd tune bibe. Lê berxwedaniya Rêber Apo ya li girava Îmraliyê ya 25 salan jî dide xuya kirin ku ev xeyalên wan vala derket û fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahî cihanê belav bûye û tu carî jî nayê tunekirin.

Wek tê zanîn ev 2 sal zêdetirin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tecrîdek mutlaq li ser Rêbertiya me tê meşandin. Serlêdanên ji bo hevdîtinên ku ji aliyê parazêr û malbatan ve tê kirin bê encam tê hiştin. Ji Rêber Apo re haftane cezayên disiplinê tê birin û nameyên tehdîdê tên şandin. Ruxmê ewqas kiryarên dermirovî saziyên qaşo demokratin li hember tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo tê meşandin, bi dewleta tirk a faşist dagirker re hevkarî dikin.

Şoreşa Rojava a ku bi pêşengtiya jin pêş ket, bêguman bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digre. Îro em wek jinên ciwan ji fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku ji bo azadiya jin pêş xistiye bandor bûn. Îro ne tenê em, li her deverê cihanê jin ji fikrê Rêbertî û Şoreşa Rojava îlham digrin. Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ a ku li giştî cihanê belav bûye îro bi hezaran jinan li derdora xwe kom dike. Ji ber vê dewletên dagirker îro dengê qêrîna azadiya jin li kur bilind dibe, êrîşî nasname û hebûna jin dike. Bi vê re dixwazin ji Rêbertî tol bistînin. Lê em ê bi red kirina pergala qirêj re darbeya herî mezin li dijmin bixin. Em ê jî wek jinên ciwan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî xwedî şoreşa jin derbikevin. Ev mîrasa hezaran jinên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine, ev erkê ku Rêber APO daye me ye û em biryara xwe ve xwedî derketina vê erkê didin. Rêber Apo heya niha ji bo gelê xwe taybet jin û ciwanan berdêl da, niha şunde jî em dixwazin vê berdêlî bidin.

Em wek ciwan jiyanek bê Rêbertî qabûl nakin, ev jiyan jiyanek herame. Em ê li derdora dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kom bibin û bi pêl bi pêl berê xwe bidin jiyana azad û bi rûmet. Êdî em dixwazin bi Rêbertî re li Kurdistanek azad jiyan bikin. Welatek ku her roj di bin dagirkeriyê de ye tişta ku ji bo me nayê qebul kirin bê çalakbûyîne. Li ser vê esasê em wek jinên ciwan biryara çalakiya mezin didin. Me ji bo jiyanek azad û rûmet berê xwe da çiyayên azad. Heya ku welatê me di bin dagirkeriyê de be, heya ku Rêberê me bi fizîkî azad nebe, li pêşiya jinên ciwan û ciwanan derveyî rêya gerîlabûyînê tu rêyekî cuda nîn e.

Em banga ku partiya me PKK û PAJK ji bo ciwanên her çar parçe Kurdistanê kirine silav dikin û bi komek jinên ciwan re bersiv didin vê bangê. Çawa ku me biryara jiyana azad û tolhildanê da pêwiste bi dehan jinên ciwanên egîd jî berê xwe bidin çiyayên azad. Em soza tolhildana gelê xwe didin. Em soza tolhildana her parçeyekî, axekî Kurdîstanê didin ku îro bin dagirkeriya dijmin de ye. Em soza tolhildana gerilayên a ku bi êrîşên hovane wek çekên kîmyewî tên qetilkirin didin. Em ê Tola Şehîd Baz û Helbestan bigrin û em soza şopandina tekoşîna wan didin. Ger em îro dikarin van tiştan bêjin, ger em îro di nav şoreşekî wisa de jiyan dikin, ger em îro bi zimanê xwe diaxifin bê guman ev bi saya van gerîlayên ku îro di sengeran de li berxwe didin û darbeyên mezin li dijminê dagirker didin e.

Em ciwan fedayiyên Rêber Apo, ne çawa ku Rêber Apo dibêje, ‘me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî serbikevin’, em ê xwedî vê gotinê derbikevin û em ê bi vê ruhê tev bigerin. Bangawaziya me ji bo tevahî jinên ciwan yê her çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, ew e ku li ser şopa Zîlanan, Sara û Rûkenan û li ser şopa Vejîn û Vîyanan xwe bigîhînin rêya heqîqetê.

Em bi tevlîbûna xwe salvegera 39’emîn a cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em soz didin ku di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna de, tola şehîdan hilînin û xwedî li mîrateya wan derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar