Şandeyek jinên başûrê Kurdistanê ya ji dayikên laçik spî, komîsyona jinên Tevgera Azadî û RJAK’ê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) serdana ofîsa parlamentoya Iraq ya bajarê Silêmaniyê kirin.
Şandeya jinan bi armanca dawaznameyek li ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr radestî parlamentoya Iraqê bikin, serdana ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin. Şandeya jinan ji aliyê parlamenterên Iraqê Kawe Mihemed, Behar Mehmud û Rêzan Şêx Dilêr ve hatin pêşwazîkirin. Şandeya jinan daxwaznameya ku li ser dagirkeriya tirk amadekirîn, radestî parlamenteran kirin.
Di daxwaznameyê de ev daxwaz ji parlamentoya Iraqê hatin kirin:
- Divê parlamentoya Iraqê sînorek li ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk dane. Di çarçoveya destûra Iraqê de serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê were parastin.
- Di demek zû de parlamentoya Iraqê biryara derxistina baregehên Tirkiyeyê yên di nava Iraqê de bide.
- Biryara rawestandina hemû dagirkeriya siyasî û çandî ya Tirkiyeyê were girtin. Rê neyê dayîn aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê were kirin.
- Bi biryarek hemû dibistanên tirkî werin girtin.
- Divê tazmînata aborî û manewî ya hemû qurbaniyên bombebaranê werin dayîn. SILÊMANÎ