Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li dijî dagirkeriyê hewceyî bi kongreya neteweyî heye

Siyasetmedar û rewşenbîran diyar kirin ku li Hewlêrê siyaseta dewleta tirk ên li dijî kurdan tê meşandin û bang li partiyan kirin ku lji bo Kurdistanê stratejiyeke leşkerî û dîplomatîk a hevbeş divê bê avakirin û kongreya neteweyî li dar bixin.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkarî û xiyaneta PDK-Barzaniyan êrîşên dagirkirinê li seranserê Kurdistanê daye destpêkirin. Êrîşên dagirkirin û îlhaqkirinê bi taybetî jî li Başûr û rojavayê Kurdistanê zêde bûne.Gelê Kurd, van êrîşan wek berdewama siyaseta qirkirinê ya li dijî xwe dibîne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Kurdiyar Dirêî û Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Govan Kano têlidarî êrîşên dagikeriyê û xiyaneta PDk-Barzaniyan de axivîn.

Kurdiyar Dirêî diyar kir ku piştî li Peymana Lozanê ya sala 1923`yan, mafên tevahî gelên li Kurdistanê hatin înkarkirin û ji bo qirkirina wan plan danîn. Dirêî îşaret bi berxwedana gelê Kurd kir ku piştî 1984`an bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re zêde bûye û got: “Dîroknasên tirkan dibêjin, heke tevger 20 sal dereng derketiba, dê kurd tune bûna.”

Dirêî diyar kir ku AKP û MHP`ê piştî ku gihaştin desthilatê, plan kirin ku osmaniya nû vegerînin û projeya Mîsaqê Millî vejînin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li esas ev plan sala 2023`yan biketina meriyetê. Lê berxwedana gelê Kurd li hember wê bendeke asê bû.”

Di berdewama axaftina xwe de Dirêî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û got: “Ne tenê Tirkiye lê belê hêzên herêmî mîna Sûriye û Iraqê jî destê wan di êrişan de heye. Rast e ranegihandine lê bi awayekî veşartî şerê tevgera rizgariyê û destkeftiyên kurdan dikin. Serdema kuştin û tunekirinê çû nema vedigere. Divê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke siyasî bê dîtin. Her çiqas bikin lê nikarin vê dozê bi kuştin û wêrankirinê ji holê rakin. Dawiyê dê dewletên dagirker li ser masayê rûnin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.”

Dirêî anî ziman ku divê tevgera siyasî ya Kurd û Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd stratejiyeke leşkerî, dîplomatîk a hevbeş li ser asta Kurdistanê peyda bikin û kongreya neteweyî li dar bixin. Dirêî wiha domand: “Ev erka tevgera siyasî ye, ji ber ku planên kirêt ên niha, ne tenê li dijî parçeyekê ye lê belê li dijî tevahî Kurdistanê ye.”

Bi nêrîna Dirêî, siyasetên PDK`ê li Başûr, malbatî û partiyetî ye û destketiyên li wir ku di encama fedakariyên bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin de di navbera 2 malbatan hatine parvekirin û got: “Li Hewlêrê siyaseta dewleta tirk ên li dijî kurdan tê meşandin. Ev helwest bi awayekî neyînî bandor li kurdan li başûrê Kurdistanê dike û hebûna kurdan dixe xetereyê.”

Di dawiya axaftina xwe de Dirêî bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku li xwe û siyasetên xwe vegere, destkeftiyên di encama têkoşîna bi hezaran şehîdên Anfal û Helbçeyê hatine bidestxistin de, biparêze.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Govan Kano jî got: “Dewleta Tirk li ser rijandina xwînê ava bûye û bi tunekirina kurdan ji serdema osmanî, tunekirina şoreşan û serhildanên kurdan, heta niha li ser lingan maye.”

Kano diyar kir ku dewleta tirk derfetên xwe tevda xistiye armancekê ew jî tunekirina kurdan e. Kano destnîşan kir ku heman hovîtiya xwe li dijî gelê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî meşand û niha li Bbşûrê Kurdistanê dimeşîne. Kano bang li partî û hêzên kurd û Kurdistanê kir ku baldar bin û got: “Dewleta tirk ne tenê dijminatiya partiyekê dike lê belê li dijî gelê kurd bi giştî ye.”

Kano careke din bang li partiyan kir ku li hember siyasetên dewleta tirk helwesta xwe diyar bikin û wiha domand: “Dewleta tirk, dewleteke dagirker e. Dixwaze beşeke başûrê Kurdistanê dagir bike, kurdan koçber bike ji bo ku demografiya wê biguhere.”

Govan Kano teqezî meşandina xebatên hevbeş ji bo parastina destkeftiyên şehîdan kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar