Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li dijî dagirkeriyê înîsiyatîfa jinên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê

Navenda Nûçeyan |

Înîsiyatîfa ku rêxistinên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de ne bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê, li dijî dagikirin û qetilkirina jinan têkoşîn’ hate avakirin.

Di înîsiyatîfê de ku bi rêya onlîne bi civînekê hate ragihandin ku rêxistinên jinan û nûnerên bakur û rojhilatê Sûriye, Iraq, Libnan, Misir, Tunis û Lîbyayê cih digirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişand ser mafên bingehîn ên mirovan, peymanên Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî yên ku rêgezên wekheviyê yên nava gelan erê dike.

Jinan destnîşan kir ku sîstemên kapîtalîst li ser kaos, şer û krîzan emrê xwe dirêj dike û diyar kirin ku zêdebûna tundiya ya li ser jin, parçeyek civakê û jinan a bi zanabûn û yek ji polîtîkayên herî girîng ên sîstema kapîtalîst a cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser bêdengiya saziyên navneteweyî yên têkildarî mafê peymanên navneteweyî binpêkirin zêdetir dibin û ev tişt hat diyarkirin: “Di şerê li herêmê de çand, siyaset, raman û di warê tenduristiyê de piranî jin tên hedefgirtin. Li Sûriyeyê qetilkirina Sekretera Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û yên li gel, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û hevalên wê, li Iraqê li çiyayê Şengalê êzidî Dunya Hesen, li Silopyayê qetilkirina endama Meclisa Partiya HDP’ê Sêvê Demîr û hevalên wê, li Filistînê Semah Mubarek û li Lîbyayê Selwa Bûgîgîs bi van polîtîkayan hatin hedefkirin û qetilkirin.”

Jinan piştî civînê bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê li dijî dagirkirin û qetilkirina jinan têkoşîn’ bi ragihandina înîsiyatîfê dawî li civîna xwe anîn.

Navên sazî û kesayetên ku di înîsiyatîfê de cih digirin wiha ne:

Seroka Komeleya Jinan a Lubnanê Buşra Elî

Seroka Komîteya Jinan a Partiya Taşnak a Lubnan Mary Ann

Endama Komîteya Ewlekariya Yekitiya Afrîka, Tunûs û Konseya Aştiyê ya Jinê Selve Kîke

Seroka Komeleya Jinan a Iraqê Şemîran Odîşo

Endama Desteya Rêveberiya Baskê Jinan a Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan a Iraqê Şeyda Marûf Mehmûd,

Endama Tora Desteka Aştiyê ya Jinan a Lîbya Rabha Farîsî

Endama Meclisa Sekretera Rêxistina Jinê ya Nû ya Misrê Nevîn Ûbeyd

Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Starê Rûken Ehmed

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xewla El Îsa El Hemûd

Seroka Yekitiya Jinan a Sûryan a Sûriyeyê Sîham Qeyro

Aktivîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar