Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li dijî darbeya siyasî li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakî

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê di roja 21’emîn de jî li Amed, Mêrdîn û Wanê hate lidarxistin. Di çalakiyan de gelek derdorên cuda jî piştgirî dan çalakvanan. Di çalakiyan de hat gotin ku biryara tayînkirina qeyûman siyasî û divê li dijî vê xespkirina îradeyê jî gel li ber xwe bide

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Bi tayînkirina qeyûman re jî di serî li her sê bajarên navborî, li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Bi heman boneyê li gelek navendên Ewropayê jî bi tevlêbûna gelek kesan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û hê jî tên lidarxistin. Bi heman boneyê di roja 21’emîn de jî bi tevlêbûna siyasetmedar, hevşaredar û gelek welatiyan Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Li Amedê weke her roji, di roja 21’emîn de jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar, rêveberên HDP’ê, serok û rêveberên partiyên kurdistanî, endamên Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan, li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakî hat lidarxistin. Polîsan beriya ku çalakî dest pê bike, dest danîn ser dowîzên bi nivîsên ‘Kî diz e, qeyûm diz e’ û ‘Ji darbeya siyasî re na’ û li gel xwe birin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli li cihê çalakiyê bi coş hate pêşwazîkirin û Mizrakli hemû çalakvan yek bi yek silav kirin. Di çalakiya îro de endamên Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê, endam û rêveberên Odeya Bijîşkan a Amedê, endama Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor, Baskê Jinan ên Xwendekarên Tibê jî amade bûn. Endamên KESK’ê ku bi komî meşiyan û pankarta ‘Dest nede vîna min’ vekirin. Lê polîsan destûr neda û li ser vê yekê jî alozî derket. Di wê gengeşiyê de polîsan gef li KESK’iyan xwar. Lê tevî vê jî KESK’î meşiyan û tev li çalakiyê bûn.

‘Em ê neyên lîstika îktîdarê’

Girseyê dowîzên bi nivîsên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ û ‘Bêtirs û bêxof em li vir in’ vekirin û dirûşm berz kirin. Dengbêj Feleknas jî klamek got. Piştre jî hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û got ku tevî hemû zextan jî berxwedana xwe didomînin û wiha derbirî: “Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin. Niha jî dixwazin me û malbatên me bi hev bidin şikandin. Lê em ê neyên vê lîstikê. Em bang li îktîdar û muxalefetê dikin ku werin û em bi hev re komîsyoneke ku ji derdên van dayikan re bibe derman ava bikin.”

‘Em ê van bêhiqûqiyan qebûl nekin’

Dr. Selma Gungor jî anî ziman ku ew li dijî bêhiqûqiyê bi gelê Amedê re ne û wiha domand: “Hevalê me Selçûk bi salane ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşe. Selçûk kulîlka nav dilê Amedê ye. Ev welat ê me hemûyan e. Jiwezîfegirtinê ya hevşaredaran li dijî mafê hilbijartinê ye. Em van bêhiqûqiyan qebûl nakin û divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”

Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Bakî Ondeş û rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş jî axivîn û destnîşan kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî neheqiyê bidomînin. Piştî axaftinan girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bûn.

Polîsan avahiya HDP’ê ya Mêrdînê dorpêç kir

Li Mêrdînê jî polîsan di saetên serê sibehê de avahiya HDP’ê ya Mêrdînê dorpêç kirin û nehiştin ku HDP’î derbasî Parka Karayollariyê bibin. Li ser vê yekê jî di roja 21’emîn a çalakiyê de HDP’î li ber avahiya partiya xwe civiyan. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Daş destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman biryarekî siyasî ye û ew jî vê biryarê nas nakin.

‘Em ê berx teslîmî gur nekin’

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ger ku gelê me bixwaze derseka baş bide qeyûman, divê li dijî wan têbikoşe. Divê em li dijî qeyûman her tim têbikoşîn. Divê haya gelê me ji van lîstikan hebe. Em ê vê carê, weke ku desthilatdarî dixwaze serê xwe li ber qeyûman netewînin. Em ê berx teslîmî gur nekin.” Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan hate lidarxistin û girse bi tililiyan belav bûn.

Polîsan li Wanê çalakvan dorpêç kirin

Bi heman boneyê li Wanê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Ayşe Surucu, Mûrat Çepnî, Dilşat Canbaz, Hasan Ozguneş û endamên Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrêrojhilat, Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), Komeleya Alimên Ol ên Stenbolê, Federasyona Komeleyên Stenbol Amedê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Federasyona Komeleyên Bedlisê, Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Wanê, endamên meclisa şaredariyê, xwestin ji Kolana Cumhuriyetê heya ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê bimeşin. Lê çalakvan li pêşiya walîtiyê hatin ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî nîqaşekî kin jî girse derbasî pêşiya avahiya HDP’ê bû.

Belgeyên diziyên qeyûman

Di çalakiyê de Mûrat Çepnî destnîşan kir ku hevşaredarên wan tu nelirêtî û dizî nekirine lê di raporên sayiştayê de jî dizî û nelirêtiyên qeyûman hatine belgekirin. Di dema axaftinê de polîsan nûçegihanê MA’yê ji qadê dûr xist û nehiştin ku çalakiyê bişopîne. Polîsên ku derdora avahiya partiyê xistin dorpêçê, nehiştin ku welatî tev li çalakiyê bibin.

Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz got ku ev 21 roj in li ber xwe bidin û 3 bajarên wan hatine xesp û dagirkirin. Canbaz anî ziman ku îktîdar bi tayînkirina qeyûman re dixwaze ne tenê li Kurdistanê, li temamiya Tirkiyeyê tirs û xofê belav bike. Canbaz got ku hevserokatî jî xeta wan a mor e û wan ev pergal bi ked, berxwedan û têkoşînê bi dest xistiye.

‘Erdogan hestên dayikan îstîsmar dike’

Herî dawî jî Canbaz ev tişt destnîşan kir: “Erdogan û AKP hestên dayikan îstîsmar dikin û li dijî me bikartînin. Em jî serokomar dipirsin; dayika Berkîn Elvan ê ku di 14 saliya xwe de li naverasta kolanê hatiye qetilkirin dayik nebû ku te gotinên nexweş jê re dikirin? Dema ku dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de li kolanan bi erdê ve dihatin kaşkirin ew ne dayik bûn? Êşa hemûyan jî êşa me ye, êşa HDP’ê ye. Divê em bi têkoşîneke hevpar dengê xwe bilind bikin. Em ê tu eniyên ku me bi dest xistine bernedin. Dê gelên me bi ser kevin.”

Di axaftinên beşdarên din de jî hat destnîşankirin ku cihê qeyûman di demokrasiyê de nîne yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin.” Piştî axaftinan jî HDP’iyan çalakiya rûniştinê pêk anî û çalakî bi dawî bû. AMED-MÊRDÎN-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar