Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li dijî darvekirinan pêwîstî bi têkoşîna hevpar heye

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku rejîma Îranê li hemberî jinan zordarî û hovîtiyê dimeşîne û wiha got: “Ji bo em bibin stûna li dijî êrîşên li ser jinan pêdivî bi helwesteke hevpar heye, her wiha em bi hev re bi yek dengî bêjin “Jin, Jiyan, Azadî”.

Parêzvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî di 4’ê tebaxa 2023’yan de li bajarokê Harazî yê paytexta Îranê Tehranê hatibû binçavkirin. Piştî 4 mehên di bin êşkenceyê de 11’ê kanûna 2023’yan hate girtin û ew sewqî Girtîgeha Evîn hat kirin. 23’yê tîrmeha 2024’an jî cezayê darvekirinê lê hat birîn. Çalakvan mafên jinan Şerîfe Muhemmedî, bi hinceta ku endama Partiya Komele ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Şerîfe Muhemmedî di 5’ê kanûna 2023’yan de li bajarê Reşt ê bakurê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin. Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reştê yê Îranê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li Şerîfe Muhemmedî birî.

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed der barê cezayê darvekirinê yê li dijî Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn axivî.

Rûken Ehmed biryara rejîma Îranê ya darvekirina jinan şermezar kir û diyar kir ku bi salan e jin li Îranê di bin zextên pergala baviksalar de ne, ji ber vê yekê di salên dawîn de li dijî vê pergalê ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir.

Rûkenê destnîşan kir ku serhildana jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pir mezin bû û têkoşîneke hevpar a jinan li welatên Rojhilata Navîn heye û wiha got: “Jin bi birêxistinbûyîn û biryardayînên xwe, hêzên ku li herêmê serweriya xwe didin pêş, dixin nava metirsiyê.”

Rûken Ehmed destnîşan kir ku êşên jinan li her welatî hevpar in û wiha domand: “Em nikarin êşên jinan ên li Sûdan, Efganistan û Hindistanê ji hev cuda bikin, tenê awayê zordestiyê tê guhertin. Li Îranê zextên li ser jinan bi şêwazekê ye, li hemberî jinan zordarî û hovîtî tê meşandin. Em ê ji bo piştgirî û hevkariya jinan têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo em bibin stûna li dijî êrîşên li ser jinan pêdivî bi helwesteke hevpar heye, her wiha em bi hev re bi yek dengî bêjin “Jin, Jiyan, Azadî”.

Rûken Ehmed biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê wek êrişa li ser têkoşîna jinan pênase kir û da zanîn ku biryarên ku îro ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî hatine dayîn, biryarên li dijî têkoşîna jinan û gelan in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rejîma Îranê ji destpêka serê (2024) ve 345 kes darve kirine, ji wan 15 jî jin in. Li Rojhilatê Kurdistanê rojane jin tên girtin û tên darvekirin, jin her li ber xwe didin. Em wek jinên li Rojava bi çalakiyên xwe piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên têkoşêr dikin. Pergala ku niha li Îranê tê meşandin ne tenê ji bo jinan, ji bo civakê jî xetere ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar