KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li dijî desthilata faşîst çalakiyên radîkal divê

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê provokasyona li Wanê dabû destpêkirin û bi berxwedana gel vala hatibû derxistin, li Colemêrgê xist dewrê. Desthilata faşîst di bin navê qeyûman de şaredariya Colemêrgê xesp kir. Li hemberî dewletên faşîst hewceyeke ku çalakiyên radîkal bên kirin. 

Gelên  bakurê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi rêjeyeke bilind dengê xwe dan DEM Partiyê û rê nedan faşîzma dewletê. Bi vê re derbeke giran li desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xistin. Desthilata faşîst hewl da roja hilbijartinê li Wanê provokasyonê derxin. Gel bi berxwedana xwe ev provokasyona faşîst şikand. Niha jî bi destê qeyûmên faşîst şaredariya Colemêrgê xesp kir. Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî hişmendiya faşîst a qeyûman rabûn ser piyan. Divê were zanîn ku li hemberî dewleta faşîst çalakiyên radîkal ên mîna Wanê divê. Bi çalakiyên radîkal dikarin dewleta faşîst û qeyûmên wan ji Kurdistanê bên qewirandin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin û ji hêla Wezareta Karên Hundirîn ji peywirê hatibû girtin û di bin navê qeyûmê de şaredariya Colemêrgê hat xespkirin. Hevşaredar Akiş hîn li wanê di bin çavan de tê girtin û piştî qedexeya 24 seatan qediya bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Akiş bi rêya parêzerê xwe ragihand ku ew berxwedana li bajarê xwe silav dike. Akiş di hevdîtina li gel parêzerê xwe de destnîşan kir ku morale wî baş e û tişta ku tê kirin wek “hewldana darbeya li dijî demokrasiyê” pênase kir. Akiş got ew hemû aliyên ku li dijî desteserkirina îradeya gel li ber xwe didin silav dike.

Roj roja rabûn li ber qeyûman e

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe diyar kir ku bi biryara qeyûm, darbe li vîna gelê Colemêrgê hatiye dayîn. Tekçe, anî ziman ku ji bo tayînkirina qeyûm hincet hatine girtin û wiha got: “Hewce nake ku kes sûc bike. AKP dema dixwaze bi hincetan bi hesanî dikare qeyûm tayînî vîna gelê kurd bike. Ji xwe ji ber AKP li vir têk çû, ji bo ku qeyûm tayîn bike hincetan digeriya. Em vê xespa vînê teqez qebûl nakin. Roj roja rabûna li ber qeyûman û nasnekirina feraseta wan a talankar e.”

Li Colemêrgê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin

Di serî de bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî qeyûmê xespker gel daketin kolanan. Li Colemêrgê ji duh ve nobeda li dijî destserkirina îradeya gel ango şaredariya gel hatiye destpêkiririn berdewam dike. Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên DEM Partiyê duh li bajêr meş li dar xistin û li dijî desteserkirina îradeya gelê Colemêrgê nobed dan destpêkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez ên ji duh ve nobedê digirin diyar kirin ku ew qeyûm nas nakin û li dijî vê neheqiyê li ber xwe bidin.

Li Qoserê ciwan daketin kolanan

Li Qoserê endamên ciwan ên DEM Partiyê li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin çalakî kirin. Li taxa Berçem a Qosera Mêrdînê endamên ciwanê ên DEM Partiyê di saetên şevê de li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin meş li dar xistin. Ciwanên ku dirûşma “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin meşa xwe bi dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” bi dawî kirin.

Amed li dijî qeyûman li ser piyan bû

DEM Partî yên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Bismilê yên Amed çalakî hatin lirdarxistin Polîsan cih bi cih xwest çalakiyê asteng bike, lê girseyê tevî dorpêça polîsan jî meşa xwe berdewam kirin û polîtîkayên qeyûm şermezar kirin. Li derdorê jî gel bi çepik û wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgiriya girseyê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gel”, “Colemêrg a me ye, şaredarî ya me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Zext nikarin me asteng bikin” hatin berzkirin. Piştî meşê girse li avahiya navçeyê kom bû û belav bû. Di çalakiyan de hat gotin ku yên zilmê li vî gelî bikin dê bên darizandin û wiha domand: “Em tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernadin. Em weke kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta qeyûm protesto dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar