Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li dijî êrîş û dagirkeriyê ‘Hefteya hêrs û berxwedanê’

Yekitiya Neteweyî ya Ewropa-Kurdistanê ku şoreşger û demokratên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tê de cih digirin û Yekitiya Hêza Demokratîk a Ewropayê di 27’ê hezîranê de li Koln a Almanyayê civîneke hevpar li dar xistin. Di civînê de êrîşên dagirker û komkujiyên dewleta tirk ên li dijî Kurdistanê hatin nirxandin. Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser armanca dirûşma ‘Em bi berxwedan û têkoşîna hevpar nahêlin dagirkerî û faşîzm pêk were’ sekinîne û biryar dane ku divê bi lez komîteyên hevpar bên avakirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Bi komîteyên dê werin avakirin, bi tevlêbûna sazî û dezgehên koçber û Ewropayê, wê li dijî êrîşên dagirkerî û faşîst ên Tirkiyeyê têkoşîneke hevpar were lidarxistin. Bi piştgiriya gelên cîhanê wê li dijî bêdengiya dewletên emperyalîst helwest were nîşandan û bi berxwedanê em ê faşîzmê têk bibin û pêşiya azadî û wekheviyê vekin.”

Di civînê de 1-4’ê tîrmehê weke ‘Hefteya hêrs û berxwedanê’ hate ragihandin û dê di hefteya pêşîn a tîrmehê de li dijî qirkirin, faşîzm û dagirkeriyê çalakî bên lidarxistin. Li gorî vê;

* Dê di 1’ê tîrmehê de li hemû herêman saet di 18.00’an de çalakî bên lidarxistin.

* Di 2’yê tîrmehê de dê bi organîzasyona elewî û ciwanan li dijî qetlîamên Kurdistan û Madimakê çalakî bên lidarxistin.

* Di 3’yê tîrmehê de dê bi pêşengiya tevgera jinan li her qadê li dijî dagirkeriyê çalakî bên lidarxistin.

* Di 4’ê tîrmehê de dê li her dera dinyayê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê di 4’ê tîrmehê de li Koln, Berlîn, Erfurt, Kassel, Sachsen, Hannover, Hamburg, Bremen, Oldenburg Kiel, Frankfurt, Giessen, Mainz, Nurnberg, Munchen, Stuttgart-Phorzheim, Freiburg, Helborn, Bodensee, Mannheim, Saarburchen, Darmstat, Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Draguignan, Lyon, Rennes, Strasbourg, Londra, Amsterdam, Arnhem, Bruksel, Liege, Anvers, Stocholm, Borlange- Goteborgê çalakî bên lidarxistin.

Dîrokên çalakiyan

Her wiha hat gotin ku ji bo naskirina statuya Şengalê û li dijî komkujiyên ser Şengalê dê di 10’ê tîrmehê de li Hannoverê meşeke mezin bê lidarxistin û dê di 13’ê tîrmehê de bi dawî bibe. Di 10’ê tîrmehê de jî dê bi pêşengiya organîzasyon û pêşengên ji başûrê Kurdistanê li pêşiya konsolosxaneyên tirkan û Iraqê yên li Frankfûrt, Berlîn, Londra, Bruksel, Stockholm, Den Haag û Osloyê êrîşên Tirkiyeyê werin protesto kirin.

Dê ji 14’ê tîrmehê heta 18’ê tîrmehê jî li dijî êrîşên li ser Efrînê li pêşiya Parlementoya Berlînê kon were vegirtin. Li dijî êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê jî dê di 25’ê tîrmehê de li Lozanê meşek bê lidarxistin û dê ev meş heta pêşiya NY’yê bidome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar