PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Li dijî êrîşa dagirker helwesta neteweyî girîng e’

Nûnerên partî û rêxistinên ku tev li komxebata dijî êrîşên dewleta tirk bûn, diyar kirin helwesta netewî girîng e û gotin ku divê gerîla tenê neyê hiştin

Navenda Nûçeyan |

Konferansas online ya bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku bi navê ‘Li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwesta neteweyî’ pêk hatî, piştî peyama Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi axaftina nûnerên partî û rêxistinên domand. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê û Amerîkayê ji 200’î zêdetir kes tev li konferansê bûne û ji bo ku êrîş bi dawî bibin gotin divê kurd bibin xwedî helwesteke neteweyî.

Nûnerê Tevgera Goran Dilêr Evdilxalik li komxebatê axivî, bi bîr xist ji 2016’an û wir ve bi êrîşên tirk ên li ser başûrê Kurdistanê 165 sivîl şehîd bûne. Evdilxalik destnîşan kir ku divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Nûnerê Komalayê Adel Elîasî jî di axaftina xwe de diyar kir li dijî dewleta tirk divê helwesteke xurtir were nîşandan.

Nûnerê PYNK’ê (Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd) Salih Gedo ku partiya sîwanî ya 25 partiyên rojavayê Kurdistanê, bal kişand ser girîngiya helwesta kurdistanî ya li dijî êrîşên dagirker ên tirk, xwest ku PKK, PDK, YNK, Goran, hemû hêzên kurd bibin xwedî helwesteke neteweyî û xwest ku DYE û YE demildest tevbigere.

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind jî ev tişt anî ziman: “Li dijî van êrîşan bêdeng nemînin, ji ber ku hedefa van êrîşan başûrê Kurdistnaê ye. Êrîş ne tenê li ser PKK’ê, li ser tevahiya kurdan e û divê kurd bi stratejiyeke hevpar dijî êrîşan rabin.”

Li ser navê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Hîwa Selîm jî got ku ji êrîşên tirk armanc ne tenê PKK ye, armanc dagirkirina Başûr e û xwest ku kurd bi helwesteke neteweyî rabin.

Nûnerê Tevgera Kawa Huseyîn Erkan jî xwest ku hemû hêzên kurd destekê bidin berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirker ên tirk.

Nûnerê PJAK’ê Brahîm Alîpour jî  diyar kir ev şerê ku tê kirin ne tenê şerê dijî gerîla şerê dijî kurdan û wiha got: “Çapmeniya cîhanê jî vî şerî weke şerê dewleta tirk ê dijî kurd dibîne.”

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî got ku hedefa êrîşa n ne tenê PKK’ê ye û ev tişt anî ziman: “Li dijî siyaseta îmha û înkarê divê em hêzên xwe bikin yek.”

Serokê Otonomiya Netewî-Çandî ya Federal a Kurd Ferhat Patîyev jî da zanîn ku kurdên Rûsyayê bi fikar li geşedanên li herêmê dinêrin û got ku dewleta tirk dixwaze qira kurdan bîne.

Her wiha ji nivîskar û rewşenbîran Dr. Çiya Abbas, Kadir Amaç, Faruk Henna Eto (Rûspiyê Sûryanan),  Suad Hesso (Nûnerê Êzidiyên Rojava), Sidik Hessen, Fawzo Abdi, Hazhar Kakayî, Sitera Xûremî, Dr. Kurmanc Gundi ku tev li konferansê bûn jî xwestin ku kurd bi siyaseteke neteweyî rabin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar