Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî êrîşan yekitiya neteweyî divê

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweya kurd û wiha got: “Ger ku em bibin yek em dikarin rê li pêş komkujiyan bigirin. Divê em demek berî demekê yekitiya xwe ava bikin.”

TSK’ê û OSO(MSO) di 9’ê cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 29’an de berdewam dike. Kurdên li cîhanê dijîn derketin kolanan û bertekên xwe tînin ziman. Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Neteweya Kurd Parlamenterê HDP’ê yê Amedê  Îmam nirxandin kir.

Îmam Taşçier anî ziman ku ji ber kurd yekîtiya neteweyî ava nakin rastî êrîşan tên û wiha got: “Ev rastî di dîrokê de derdikeve pêşberî me. Ger ku dema 1’emîn şerê Cîhanê pêk hat kurdan yekitiya xwe ava kiribûya, îro nedibûn çar perçe. Wê demê kurd belavbûyî bûn û yekîtiya wan tune bûn. Ji ber nebûn yek nikaribûn xwe bi rêve jî bibin. Ji ber vê yekê hebûna kurdan li çar aliyan ji aliyê welatan ve hat înkarkirin. Ji ber kurd nebûn yek, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hebûna kurdan înkar kirin. Ji ber kurd nebûn yek, Makeqanûna 1924’an li ser înkara kurdan hat avakirin. Ji wê demê heta niha nêzî 100 salin nasname û hebûna kurdan înkar dikin. Di sala 1961’an û 1980’an de Makeqanûn hat guhertin, lê dîsa ji bo mafê kurdan tiştek nehat guhertin. Dîsa li Îran, Iraq û Sûriye jî makeqanûn li ser înkara kurdan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê îro avakirina yekitiya neteweya kurd pir girîng û ferz e.”

Kurd li qadan bûn yek

Taşçier da zanîn ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi banga Mesut Barzanî û Celal Talabanî di sala 2013’an de pêşengê kurdan li Hewlerê kom bûn û wiha got: “Wê demê turdan xebatên Kongreya Neteweya Kurd li dar xistin. Wê rojê em bi ser ketibûna, dê êrîşên DAIŞ’ê yênk li ser Rojava ne wisa bûya. Li qadan ruhê yekutiya kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek pêş bikeve. Kurdan yekem car yekitiya xwe li Kobanê ava kir. Dîsa li Başur piştî êrîşî Kerkukê kirin kurdan yekutî pêş xist. Îro dîsa êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin û gelê kurd li qadan bûye yek. Kurd li qadan bûne yek. ”

Taşçier da zanîn ku gelê kurd li qadan ji bo yekîtiya neteweya kurd amade ye û wiha berdewam kir: “Li çar perçeyên Kurdistanê gel bûye yek. Gelên li Kurdistanê jî ji bo yeakîtiyê amade ye. Divê em vê yekîtiya gelan bi mekanizmayê ve girê bidin. Divê em ji cihê ku Kongreya Neteweya Kurd lê mabû berdewam bikin. Divê em êdî yekîtiya neteweyî ava bikin. Em  Yekitiya Neteweya Kurd ava bikin em dikarin van êrîş  û komkujiyên li ser xwe bişkînin. Li ser rûyê cîhanê 40 milyon kurd hene. Divê êdî em vê xebatê lez bikin.”

Taşçier anî ziman ku wekî HDP’ê ji bo vê xebatê lez bikin dixebitin û wiha lê zêde kir: “2 meh berê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de heyetek çû Herêma Federal a Kurdistanê û bi partî û saziyan re hevdîtin kirin. Me li vir girîngî û wateya yekîtiyê parve kir. Her kesî yekîtiya neteweya Kurd xwest. Em niha vê xebatê dixwazin bikin mekanizmek. Tişta ku îro Kurd dijîn wekî salên 1924’an dubare dibe. Ger ku îro em nebin yek û derfetên heyî baş nenirxînin, xeter e. Daxwazên kurdan ê azadiyê heye. Ji ber vê yekê divê em bi lez yekîtiyê ava bikin. Em dixwazin her kes bi reng û nasnameya xwe li ser vê axê bijîn. Divê di aliyê rêveberiyê de jî em di bin baneyê yekîtiyê de li hevkom bibin. Me partiyên kurdan ji bo yekîtîyê gav avêtiye. Em hatine astekê. Em niha partiyên kurd ên Bakur gihiştine ramanek hevpar.”

Taşçier da zanîn ku pirsgirêk bi rêya diyalog û diplomasiyê çareser dibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar