Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî kampanyaya îmzeyan

Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya hikûmeta Almanyayê dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Navenda Nûçeyan |

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ku bi çekên kîmyewî li başûrê Kurdistanê li dijî qadên gerîla dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hem li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî hem jî li hemberî bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî jî hikûmeta Almanyayê ya li hemberî van êrîşan, ew dest bi kampanyaya îmzeyan dikin.

KON-MED’ê ji bo tevlibûna li kampanyayê ev bang kir: “Em ji kurdistaniyên li Almanyayê, meclis û federasyonên xwe, saziyên xwe yên baweriyan û gelên demokrat şoreşger hemûyan dixwazin ku tev li vê kampanyaya îmzeyan bibin û nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên kîmyewî nîşan bidin.”

KON-MED’ê her wiha bang li hikûmeta Almanyayê kir û ev daxwaz anî ziman:

-Em ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dixwazin ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike.

-Em dixwazin ku êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li derveyî qanûnan bi rengekî aşkera bên şermezarkirin, dawî li hevkariya sûc a bi rejîma Erdogan re bê anîn û hem di çarçvoeya neteweyî hem jî di çarçoveya Yekitiya Ewropayê de pêkanînên siyasî û aborî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.

-Peymanên mîna Hiqûqa Navneteweyî û Peymana Çekên Kîmyewî ji bo tevahiya mirovan gelekî girîng e û ji bo bêbandor nebin divê xwedî li van peymanan bên derketin.

-Sedem çi dibe bila bibe, divê hikûmeta federal piştgiriyê nede rejîmeke bi vî rengî ku pîvanên hiqûqa navneteweyî bi rengekî aşkera bi dehan sal in binpê dike.

-Hikûmeta alman ku hevkarê herî girîng ê aboriyê yê Tirkiyeyê û hevkarekî NATO’yê ye, vê ast û bandora xwe divê ji bo zexta li rejîma tirk û bi pêkanînan kişandina ber bi maseya danûstandinan bi kar bîne.

Ji vê lînkê piştgirî ji kampanyayê re dikare bê dayîn:

https://weact.campact.de/petitions/fur-einen-sofortigen-stopp-der-giftgasangriffe-der-turkei-in-sudkurdistan-nordirak

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar