Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyên gerîlayan

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî êrîşên dagirkeriyê bênavber didomin. Dewleta tirk a li berambarî hêzên gerîla derbên giran dixwin, gaza jehrî bikar tîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de çalakiyên xurt li dijî êrîşên dagirkeriyê didin.

Agahiyên têkildarî çalakiyên gerîlayên me wiha ne:

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal, 7’ê gulanê saet 10:30’î û saet 10:40’î jî dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna kirin hedef û lê dan. Di van çalakiyan de hedefên dagirkeran bi îsabet hate lêdan.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan jî wiha ne:

7’ê gulanê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr ê dikeve devera Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi çelên giran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin bi îsabet hatin lêdan.

7’ê gulanê saet 12:00 û saet 17:30’î hêzên me bi çekên giran dagirkerên li devera Aris-Faris a Herêma Avaşîn kirin hedef. Di vê çalakiyê de çeperên dagirker lê bicih bûbûn, bi îsabet hatin lêdan. Piştî çalakiyê dagirkeran geliyê Avaşîn bombe kirin.

7’ê gulanê saet 20:00’an dagirkerên ku tûnelên şer ên li qada Aris-Faris a herêma Avaşînê bombe kirin, piştî ku gelekî gaza jehrî avêt xwest ku bi pêş ve biçe. Hêzên me ji mesafeyeke nêz, bi karîgerî mudahele li dagirkeran kirin, li ser vê dagirkeran li gel ku gelek caran xwe ceribandin jî, gelek windahî dan û bêgav man ku ji tûnelên şer dûr bikevin.

Dagirkerên ku bi berxwedana bi lehengî ya hêzên me nekarîn encamekê bistînin, 8’ê gulanê saet 09:00’an gaza jehrî avêtine tûnelên şer. Li gel êrîşên bi alçaxî yên artêşa TC’ê ya dagirker û rêbazên qirêjî yê şer jî hêzên me derbên giran li dagirkeran didin.

Bi çarçoweya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’;

6’ê gulanê saet 09:00’an hêzên me yên YJA Starê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li Girê Berxwedan ku liv û tevgera dagirkeran hebû, bi taktîka sabotajê bi rengekî karîger li dagirkeran dane. Piştî çalakiya ku hatî kirin artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber bombeyan.

Êrîşên hewayî

Êrîşên artêşa TC’ê ya dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne;

7’ê gulanê saet di navbeyna 07:00-19:00’an de derdora gundê Hirorê, Zinarên Kestê û gundê Kêstê yên herêma Metîna hatine bombekirin.

8’ê gulanê saet 08:00’an balafirên şer Girê Zendûra yê herêma Metîna bombe kirin.

7’ê gulanê saet 08:30’an qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van bombebarên dewleta TC’ê ya dagirker de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar