Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li dijî êrîşên li hember hunera gelê kurd çareserî rêxistinbûn e

Dîlan Suyu ya di rêveberiya NÇM’ê de cih digire diyar dike ku armanca êrîşên li hember hunera kurd, ev e ku civakek serîtewandî biafirînin û got yekane çareserî rêxistinbûn e.

Zextên li ser muzîka kurdî, konser û bernameyên kurd her diçin zêde dibin. Qeymeqamtîyê bi hincetên cuda bernameyan qedexe dikin. Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku ji bo parastina çanda kurd û li dijî zextan têbikoşe ji 1991’ê heta niha xebatên xwe didomîne. Dîlan Suyu ya di rêveberiya NÇM’ê de cih digire der barê zextên li ser çanda kurd de axivî.

 ‘Em ê bi hunera xwe li her qadê bin’

Dîlan Suyu diyar kir ku NÇM di 1991’ê de ava bûye û ji wê rojê de ye ji çand û hunera Kurd re xizmetê dike û wiha got: “Ji roja NÇM ava bûye bi zextan re hatiye rû hev. Demên dawî de qedexe zêde bûne. Ev jî ele dide ku dixwazin çand û zimanê ele Kurd bê bandor bihêlin. Lê tevî hemû zextan me şûnde gav navêt me xebatên xwe meşandin. Em ê bi hunera xwe li qadan bin. Em ê serî netewînin.”

 ‘Em hewl didin hiş zindî bihêlin’

Suyu destnîşan kir ku NÇM xwedî li çanda kurd derdikeve û li dijî zextan bi salane xebatên cur bi cur dimeşînin. Dîlanê wiha dirêjî dayê: “Bi armanca zindîkirina hiş me projeya Şahiya Stranan ava kiribû. Me di wê projeyê de stranên xwe kom kirin û kir album. Xebatên me di vî alî de didomin. Ji bo em têkoşîna çanda Kurd bidin em di NÇM’ê de cih digirin. Li dijî zimanê kurdî bêtehemuliyek heye.”

Bandorê li profîla hunermendan dike

Dîlan Suyu anî ziman ku li dijî zextan alternatîf ava kirine û şûnde gavê navêjin. Dîlanê got: “Qedexeyan em şûnde nexistin. Berovajî vê hêrsa me zêdetir kir. Bi van êrîşan hewl dan serî bi me bidin tewandin. Bêdengî bandorê li profîla hunermendan dike. Ger em xwe rêxistin bikin em dikarin bibin çareserî. Hunermendên jin her tim wêrek bûn. Li dijî zext û êrîşan bêdeng neman. Ger em li dora rêxistibunê bên gel hev em ê bibin çareserî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar