Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Li dijî êrîşên nijadperestî divê kurd xwedî li hev derkevin’

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên nîjadperest ên li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk hatin şermezar kir û daxwaz kirin ku li dijî êrîşan kurd li hev xwedî derkevin

Navenda Nûçeyan |

Di Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrîşî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan. Di êrîşa Afyonê de 7 kes û di êrîşşa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn. Her wiha di êrîşa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî van êrîşên hovane berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşan şermezar kirîn.

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe de li ser armanca û sedemên êrîşan rawestiya û daxwaz kir ku li her deverê kurd li dijî êrîşên bi vî rengî li hev xwedî derkevin û hev bi tenê nehêlin.

Tevahiya daxuyaniya platformê wiha ye:

“Van demên dawî li ser hev êrîşkarên nîjadperest li dijî kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahiya Tirkiyeyê niha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovatiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketine holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hev diceribînin. Nirxên mirovatiyê qels bûne. Hêza tazî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê bin pê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên kurdan dibin. Nîjadperestên tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan kurdan dikûjin, êrîşî kurdan dikin, wan birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “tirkîtiya” xwe kirine.

Dixwazin kurdan tune bikin

Ev helwesta li dijî kurdan divê were şermezarkirin û kurd li hemû deveran xwedî li hev derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên kurd derkevin. Bila kurd hev tenê nehêlin. Gelek caran ev êrîşên nejatperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnameya kurdan tên kirin. Nîjadperestên tirkan hebûn û nirxên kurdan hê jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîn ji tu nirxên kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wan, siyaseta wan li ser bişaftina kurdan ava dibe. Dixwazin kurdan têk bibin û tune bikin.

Doza zimanê kurdî

Kurd çiqasî li dijî bişaftinê li ber xwe didin, nijadperestên tirkan ewqasî ji mirovatî, aqil, zanebûn û nirxên hemdemî dûr dikevin. Kurd çiqasî acîz nebin, nîjadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe ve diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wan, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasname û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna kurdan e. Em kurd divê bi hişmendi wan nirxên xwe yên neteweyî biparêzin û doza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedi lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê kurd yekrêziya xwe ava bikin, bi yêk dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû aliyan bikin ku ziman û nasnama kurdan bê qebûlkirin.

Banga li hikûmet û muxalefetê

Di vê navê re em bangi serokkomar Receb Tayyib Erdogan, wezirê hundir, wezirê dadê, rayedarên dewletê, partiyên muxalefetê, saziyên sivîl û medyayê dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bikin. Xwedî li mafên kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimîne, bixwaze û nexwaze jî şirîkê wan êrîşên nîjadperestan e. Ji ber ku înkarkirina kurdan bi xwe jî nîjadperestî ye. Nîjadperestî jî tawaneke mirovî ye.”

Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrîşan bêdeng nebin

Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî heman mijarê daxuyanî da û bêdengiya dewletê ya li dijî êrîşan şermezar kir.

Torê di daxuyaniya xwe de êrîşên nîjadperest ku beriya êrîşên dawiyê yên li dijî kurdan pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Tirkiyeyê kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên. Torê destnîşan kir ku wê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.

Tevahiya daxuyaniya torê wiha ye:

“Bûyer û qewimînên ku di herikîna dîrokê de rûdane û lêkolînên ku ji aliyê ramanwer û civaknasan ve hatine kirin, nîşan didin ku polîtîkayên bişaftin û înkara çand û zimanan wek sedema sereke ya şerên navbera gel û civakan hatine tespîtkirin, her wiha ji bo aheng û aştiya nava gel û civakan jî pirrengî, pirdengî, pirçandî û pirzimanî wek çareseriya pirsgirêkên nava gelan tê qebûlkirin.

Ligel van rastiyan jî di sedsala 21’emîn de hîn jî  li Tirkiyeyê ciwanên kurd,  karkerên kurd ên ku ji bo debara xwe diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.

Êrîş xwe bingeha ji tunehesibandinê digirin

Di meha kanuna sala 2018’an de, li bajarê Sakaryayê Kadir Sakçi û kurê xwe yê ciwan, ji ber ku di navbera xwe de bi kurdî axivîn, rastî êrîşê hatin. Kadir Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî bi giranî birîndar bû. Di hezîrana 2020’î de ciwanê kurd ê bi navê Bariş Çakan, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, li Enqereyê rastî êrîşê hat û bi kêran hat qetilkirin.

Niha dîsa li bajarê Enqereyê û li navçeya Meramê ya ser bi bajarê Konyayê, malbateke kurd ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşên nijadperest ên ku wêrekî û bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunehesibandina gelê kurd û zimanê kurdî digirin, tên. Mixabin di vê êrîşê de jî Hekîm Dal jiyana xwe ji dest da.

Em ê bêdeng neminin

Kiryarên van êrîşên nijadperest ên ku li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî , bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên nijadperest ên hovane şermezar dikin. Em ê tu car li hemberî bêrêzî û heqaretên li hemberî zimanê kurdî û van êrîşên nijadperest û hovane bêdeng nemînin.

Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar