Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cuma - 11 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Li dijî faşîzmê têkoşîna kolektîf geş bikin

Dînamîkên têkoşînê yên civakî-siyasî, partiyên siyasî jî di nav de, erka hemû rêxistinan e ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku şer kûr kiriye û Kurdistan xistiya nava çembera ji agir têkoşîna kolektîf geş bike.

 

Analîza Ronahî Serhed a di ANF’ê de hat weşandin, bi we re parve dikin:

Yên ji xwe re dibêjin “tirk” divê faşîzma AKP-MHP’ê lêpirsîn bikin. Her kesê ku li dijî faşîzmê, divê têkoşîna kolektîf geş bike.

Di dema ku Kurdistan û Tirkiye veguheriye gola xwînê de, dengê ‘koroya neteweyî’ ya ku bi israr vê yekê nabîne û xwe weke parêzvanê mafên mirovan dibîne, her ku diçe bilind dibe. Cîhana fikirînerê tirkperest a ku em fêr bûne, bi ‘rewşenbîr’ û ‘rojnamegeran’ re, bi helwesteke, bêşerm û bêexlaq diaxivin dinivîsin ku ew bi fikar in Rojhilata Navîn veguhere gola xwînê. Yên ku Ewropa/Rojava bi durûtiyê sûcdar dikin, rengê rûyê xwe ji bîr dikin. Dema ku li ser navê parastina Filistînê axaftin tên kirin jî, balafirên şer ên tirk rasterast li Rojava li sivîlan dixe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan aşkera got ku dê binesazî û avahî bên hedefgirtin û fermana êrîşê dide balafirên şer. Rasterast li gel dixe. Êrîşên leşkerî yên li dijî hemû sazî û avahiyan, ji bo gel bê parastin were hiştin û were teslîmgirtin e. Sûcê mirovahiyê tê veguherandina cengaweriyê û şaşitî tên berovajîkirin. Yên ku hewce nabînin ku bizivirin û bipirsin ka desthilatdariya wan li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê çi dike, aqil dide cîhanê. Ma mirov dikare ewqas bê etîk be? Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha her tim li dijî DAIŞ’ê kirine. Lêgerîna mirovatî, mantiq û huqûqê ji kesên xwedî zihniyeta ku bi îdeolojiya Tirkperestiyê jehrî bûye, vala ye.

Dewleta tirk piştgirî da DAIŞ’ê xwedî kir û sînorên xwe jê re vekir

Rêveberiya Erdogan a faşîst ji ber ku li Sûriyeyê jiyana xweser û azad a Kurdan qebûl nake, hincet digire ku êrîşî Rojava dike. Dewleta tirk li dijî DAIŞ’ê yek gule jî neavêt. Berovajî, piştgirî da DAIŞ’ê û xwedî kir, sînorên xwe vekir û li bendê ma ku DAIŞ kurd û êzidiyan qetil bike. Dema ku DAIŞ’ê li Rojava kurd, li Şengalê êzidî û jin qetil kir, Erdogan ê ku bi şev û roj li ser sînor nobet digirt, kêfxweşiya wî ya “Kobanî ket û ha wê bikeve” di qirikê de ma. Erdogan ê ku hê jî di vê tengasiyê de ye, bi pêkanîna êrîşên leşkerî ku bi DAIŞ’ê re bi ser nexist, şer kûrtir dike. Hûn her kurdên kuştî, bi dirûşmeyên ‘serkeftina neteweyî’ pêşwazî dikin.

Li ser zimanê we tolhildan heye û xwîna kurd, rûm, ermenî, êzidî û elewiyan di destê we de ye. Kêfxweşiya we ya temamkirina jenosîda rrmeniyan bi êrîşa Aliyev a li ser Qerebaxê, hestên hîsterîk ên faşîst in. Eger em dîroka komarê ya bi xwîn bihêlin aliyekî, dewleta AKP’ê di salên dawî de gelek caran li Başûrê Kurdistanê li sivîlan xist. Solîna pitik û malbata wê ya ji 5 kesan pêk dihat, di tebaxa 2011’an de di êrîşa ku bi balafirên we yên şer hatin kirin de, tune bûn. Dewleta tirk a faşîst ji qetilkirina Vezan Huseyîn, Sonya Şemal, Xunav Huzeyr, Huseyîn Mustafa, Hacî Mam Kak, Zana Huseyîn û pitika 6 mehî Solîn mîna komkujiyên din hesab neda. Dewleta tirk ji qetlîamên Roboskî, Ceylanên zarok, Dayikên Taybet, Şenyaşaran, Komkujiya Garê, girtiyên siyasî yên di temenê biçûk de hatin girtin û tabûtên wan hatin dîtin û gelek komkujiyên din berpirsyar e. Kesê ku ji dewleta tirk şerm neke, dest ji demokratbûnê berde, ne mirov e.

Tirkîtî bi sosa îslamî tê ajîtekirin û ji bo êrîşên leşkerî hîn zêdetir li hincet û sedeman digere. Qirkirin çêkera îdeolojiya tirkîtiyê ye û di haveynê avakirina wê de heye. Yên ku ji xwe re dibêjin tirk heta ku bi vê rabirdûya bi xwîn re rû bi rû nemînin û faşîzma AKP-MHP’ê lêpirsîn nekin, nikarin gavekî jî ber bi pêş bavêjin. Erdogan Efrîn bi balafiran bi erdê re kir yek, lê we îdraka xwe ya sivîl ji bîr kir û çepik lêxistin.

Partiya Komunîst a Îsraîlê, îsraîliyên demokrat, derketinên bi wêrek dikin û Netenyahu ji şer berpirsyar dibînin. Yên ku ji şerê Erdogan re dengê dernaxînin, di doza Filîstînê de dibin demokrat. Dema mijar dibe Filîstîn dibin demokrat, lê dema mijar dibe Kurd nêzîkatiya faşîst û nîjadperest tê raberkirin. Gelo ma durûtiyek ji vê vekirîtir heye?

Doza Filistînê ji bo dewleta tirk, ji bo ketina nava erdnîgariya Îslamê navgîn û kartekê diplomatîk e. Kodên wê û rêxistinên cîhadê yên Îslamî  ji ber ku bi hev re yek in, ji bo hin berjewendiyan bi hevparî tev digerin. Erdogan DAIŞ û çeteyên mîna wê ji xwe kirine hêvî, di doza Filistînê de melayîket in ku dor tê ser kurdan cinawir in.

Kirinên faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku têr baş tên zanîn, ya esas ew e ku mirov xwe nede alî, ji quncikekî bi bertekên ne tu bertek xwe mijûl neke û tev li têkoşîna civakî bibe û di xeta çalakiyê de bibe hevpar, destpêkeke pêngavî û pêşengtiyeke rastîn bike. Ji wê boneyê divê mirov pêşîn feraseta desthilat-mixelefet a klasîk biguherîne, dev ji têkoşîna di nava pergalê de berde, li dijî rejîma Tirkiyeyê ku bi dîktatoriya faşîst tê birêvebirin, bi perspektîfa şoreşa Tirkiyeyê xeta têkoşînê diyar bike.

Divê mirov bibîne ku polîtîka û pratîka bi feraseta partiyî, xizmet e ji bo desthilatê û dewleta faşîst. Ji bo pêşeroja ronî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê bike ku potansiyela tifaq û çalakiyê tev bigere.

Her kesê doza xwe ya bingehîn azadiya jinan, azadî, wekhevî û edaleta civakî û aştî be, divê bi awayekê herêmî bi pirsgirêkan de nekeve, ji bo çareseriya pirsgirêka mafên bingehîn û azadiyê mirov were ba hev û bike ku hêza kolektîv tev bigere.

Hemû beşên civakê li dijî faşîzmê têdikoşin

Her tevger, partiya siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî ku li dijî faşîzmê bi rastî têdikoşe, rojevê li gor berjewendiyên xwe diyar neke xwe bide ser mijarên esil û li çareseriyê bigere.

Her kesê li dijî faşîzmê, li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiye û Kurdistanê tifaqeke têkoşîn ya jidil û hevpar çê neke, xwe nede ber, wê emirê faşîzma AKP-MHP’ê dirêj bibe. Dînamîkên têkoşînê yên civakî-siyasî, partiyên siyasî jî di nav de, erka hemû rêxistinan e ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku şer kûr kiriye û Kurdistan xistiya nava çembera ji agir, Tirkiyeyê di warê aborî, civakî û çandî de ber bi xerabûnê civakê ve dibe, têkoşîna kolektîf geş bike.

Pêkhateya dijdemokratîk a Komara Tirkiyeyê ya ku bi zîhniyeta Îttîhad-Terakkî hatiye avakirin û gav bi gav veguherî rejîmeke faşîst a Îslamî, sedema xwe ji polîtîkaya înkar û îmhayê ya li hemberî pirsgirêka kurd digire. Heya ku pergala Îmraliyê hebe û li ser kurdan stratejiya qirkirinê ya topyekûn bê meşandin, demokrasî wê xeyal be. Desthilatdariya faşîst ji bo polîtîkayên xwe yên leşkerî pêk bîne neteweperestî, şovenîzm û îslama siyasî xurt dike. Heta ku Rêber Apo azad nebe û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe û kes nikare nefesê bigire.

Jiyana jinan û gel di bin xeteriyeke cidî de ye

Komên dij desthilatdariyê yên ku li dijî êrîşên Erdogan ên li ser Rojava dengê xwe dernexistin û gav ne avêtin û xwedî li doza Filîstînê derketin, bi yek gotinê hevnegirtî û oportunîzm e. Tabloyeke pir xeternak heye ku bi daxuyaniyeke nivîskî ya li salona parlamentoyê an jî li ser navê pêkhatiya nûnertiyê were dayîn. Ji ber bomberdûmana li ser gelê Rojava û geşedanên hovane yên li Rojhilata Navîn, ma hêzên demokrasiya rasteqîn divê bi hev re nîqaşan nekin ku divê çi bê kirin? Bendewariya civakê ew e ku bêyî ku xwe bi siyaseta parlamenteriyê teselî bike, bi gel re têkoşînê bike. Ne tenê paşeroj jiyana jinan û gelê me di bin xeteriyeke cidî de ye. Xeterî pir mezin e ku ji destê lijne û civînên navxweyî yên yek pêkhateyeke siyasî re bê hiştin û her wiha xeterî ne li ber derî ye, ji xwe li hundir e.

Kesên ku li dijî bêhiqûqiya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ku binpêkirina herî giran a hiqûqê û mafê mirovahiyê lê pêk tê dengê xwe dernaxin û daxwaza edaletê ji bo Can Atalay dikin, di dema li terazûya exlaq û politikaya civakî de bên pîvandin, ew ê di polê de bimînin. Weke ku tê dîtin meşa azadiyê ya di şexsê Can Atalay de ji aliyê TÎP’ê ve hatibû destpêkirin marjînal ma. Bi sedan Can Atalay li hundir girtî ne. Pêwîste ji siyaseta yekalî, herêmî derbas bibe û ber bi tevgera şoreşa civakî ya demokratîk a ku dê têkoşîna kolektîf pêş bixe, biçe. Her çiqas çalakî bi xwe bi wate û bi nirx be jî, eşkere ye ku li dewleta AKP’ê ya ku faşîzm sazkar e û ji aliyê kadro, saziyên çapemeniyê û daraza wê ve tê birêvebirin, çalakiyên bi vî rengî ji bal kişandina ser pirsgirêkê wêdetir wê giraniyekê dernexîne holê. Eger armanc ne ew e ku di siyasetê de xwe di rojevê de bihêle, pêwîst e li ser esasan bisekine û pratîk bibe. Can Atalay pirsgirêka her kesî ye. Figen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Selahettîn Demîrtaş, Selçuk Mizrakli pirsgirêkên her kesî ne.

Dê tevgerên jinan pêşengiya vê pêvajoyê bikin

Kesên stembar ne dikarin bên biçûk xistin û ne jî bên desteserkirin. Kesên stembar bi hemû sadebûn û zelaliya xwe civakê li dora heqîqetê dike yek. Pêwîst e ji têgihîştina çalakiya propagandayê wêdetir, ber bi şêwazê çalakiya rasteqîn ve biçe. Ya ku ji komên şoreşger, çep, sosyalîst, kedkar, welatparêz û demokrat tê xwestin ev e. Yê ku pêşengiya vê pêvajoyê bike, tevgerên jinan e. Ma ne hewce ye ku tevgerên jinan û rêxistinên din bi tevlîbûna herî berfireh konferanseke lezgîn li ser rola têkoşîna jinê ya di bidawîkirina şer û misogerkirina azadiyê de li dar bixin?

Rastiya ku di şer de jin weke hedefa sereke tên hilbijartin û dibin hedefa êrîş û îstîsmara zayendî ku hemû tevgerên jinan bi awayekî vekirî şermezar dikin, didome. Dem hatiye ku em bernameya xwe ya jiyanê veguherandina bihuştê bi bilindkirina dengê neteweya demokratîk li dijî netewe dewlet û faşîzma mêr pêk bînin. Komkujiyên li ser jin û gelan li ku derê pêk were jî divê nayên rewakirin û ji hev nayê cudakirin. Dem dema wê ye ku bi hişmendiya jinê û bernameya têkoşîna wan a bi bandor mudaxeleyî pêvajoyê bikin. Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Rêber Apo di rojevê de girtin, perspektîfa çareseriya bingehîn e.

Ji bo jin, gelan û ciwanan destwerdana rewşê bike pêwîstî bi pêşengiya ku însiyatîfê bigire heye. Bi vî awayî vê carê em ê qedera xwe bi xwe diyar bikin, bêyî ku rê bidin serdest û mêtingeran ku dîrokê binivîsin. Wê gel bi têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan û tevlîbûna hemû beşên civakî bi ser bikeve. Rol û misyona jinan a dîrokî ew e ku li Tirkiyeyê destwerdana pêvajoyê bike, sînorên muxalefeta Tirkiyeyê ya zihniyeta teng û siyasî derbas bike, ezmûna xwe bi awayekî herî dewlemend dane holê û bi tevgera ciwanan re bike yek û li dijî desthilatdariya baviksalarî têkoşînê bilind bike. Jiyana civakî ya nû wê bi keda jinê teşe bigire, bi zîhniyeta jinê were azadkirin û bi çalakiya wê were rizgarkirin. Hêvî jin bi xwe ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar