Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî gefan bersiva gelê Mexmûrê: Heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek gefên serokkomarê tirk Erdogan ên li ser wargehê şermezar kir û gotin heta ew negihijin armanca xwe, ew ê dest ji sekna xwe ya berxwedanê gav bi şûn de navêjin

Ji beriya du rojan Serokkomarê tirk Tayîp Erdogan di bernameyek tv de gefa êrişê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî xwaribû û gotibû; “Me ji bo çareserkirina pirsgirêka Mexmûrê bi Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Merkezî ya Iraqê re hevdîtin çêkirine. Eger ew destwerdan li ser Mexmûrê nekin, emê wek dewlet êrîşî Mexmûrê bikin.”

Gelê Wargehê di saetên êvarê de li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê  bi daxuyaniyek gefên Erdogan û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li beramberî van gefan şermezarkir.

Daxûyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştre daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Xantûr Kara ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Wek tê zanîn ev 27 salin em ji ber zilm, girtin, kuştin, talan û xwestina bi darê zore bikin cerdevan em neçarman ku penberî Başûrê Kurdistanê bibin. Bi salane em li ser axa xwe penaber bûne, di her wargehê de bi destê dewleta Tirk û hevkariya Kurdên xayîn cihê jiyanê ji me re nehêlane. Di encama keda pîroz ya şehîdan de, bi îdeolojî, ramanên Rebertî û bi baweriya giredanbûna nirxên pîroz heta roja me ya îro gelê wargehê xwe li ser lingan girtiye. Ji sekna xwe ya berxwedêr gav şûnde ne avetiye.

Di 5 salan de 12 welatiyên wargehê şehîd bûne

Em wek wargeh di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne û wek erdnîgarî jî bi ser Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne. Lê ji ber sedema xwedî lêdernektinê, hiştina bi tenê a gelê wargehê, neparastina serweriya xaka Iraqê ji  aliyê Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêmê ve, di encama êrîşên balefirên dewleta tirk a dagirker de di 5 salên dawî de  bi giştî 12 hemweletiyên wargehê jiyan xwe ji dest dane û dû kes jî birîndar bûne. Li gorî qanûnên navnetewî parastina wargehê ne hatiye kirin û Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe yên di aliyê penaberên wargehê de pêk ne anîne. Her tim li hember  êrîşên li ser wargehê  bêdengiya xwe parastiye.

Li aliyê din jî ev dû meh in bi destê dewleta dagirker a tirk û kurdên xayîn li ser xaka Başûrê Kurdistanê operasyonek ya dagirkirinê hatiye destpêkirin. Dûyemîn hêza NATO’ê ya ku qaşo xwe pir bihêz dibîne bê navber bi balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike. Lê car din jî nikarin li himber vîna gêrîla serbikevin. Ev yek jî deroniya wan xira dike, dewleta wan her roja ku diçe lewaztir dike. Ji ber wê jî îro jin, zarok  û kalên wargeha me ji bo xwe wek gefekê dibîne.

Wek tê zanîn beriya du rojan serokkomarê tirk ê faşîst Erdogan gefên êrîşkirinê li wargeha me xariye û daye diyarkirin eger Neteweyên Yekbûyî û Hikûmta Navendî ya Iraqê dest werdana warghê neke, wê ew wek dewleta tirk êrîşî wargehê bikin.

Dem dema parastina gelê wargehê ye

Em wek gelê wargehê bêdengî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêmê a li hemberî gefên  Erdogan şermezar dikin. Bila hêzên peywendîdar baş bi zanibin heta em negihijin armanca xwe, em dest ji sekna xwe ya berxwedanê gav şûn de navêjîn. Em bang li tevayî gelê kurd, dostên gelê kurd, sazî,  dezgeh mafê mirov, partiyên siyasî, rewsenbîr û siyasetmedaran dikin li beramberî wargeha me bi erka xwe rabin. Ji ber ku dem ne dema bêdengiyê ye, dem dema xwedî lê derketina destkeftiyên gelê kurd e. Dem dema xwedî derketin kerameta gelê kurd û dem dema parastina gelê wargehê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire îxanet’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar