Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li dijî gefan hewceyî bi yekitiya partiyên kurd heye’

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Husên Elî anî ziman ku Înîsiyatîfa KNK-Rojavayê ji bo yekitiyê gavên girîng diavêje û weke partî ji bo serxistina vê înîsiyatîfê çi ji destê wan tê dê bikin. Elî got ku li dijî gefên li ser gelê kurd, hewceyî bi yekitiya partiyên kurd û lidarxistina kongreya neteweyî heye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava (KNK-Rojava) ji destpêka îsal ve bi armanca avakirina yekitiya partiyên kurd, bênavber dixebite. Di vê çarçoveyê de heta niha kongreyê bi gelek partî û rêxistinên kurdî re hevdîtin kirin û weke encam jî Înîsyatîfa KNK-Rojava hate avakirin. Her wiha komîteyek ku bi partiyan re bikeve nava têkiliyan jî hate avakirin. Bi civînên cuda re 28 blok, rêxistin û partî tev li înîsiyatîfê bûn. Di heman demê de biryara lidarxistina konferansa yekitiya partiyên kurdî hate standin.

Têkildarî mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Husên Elî ji ANHA’yê bi Olva Hac Mensûr re axivî û destnîşan kir hin kesayet û aliyên siyasî yên kurdî yên Rojava vê înîsiyatîfê red dikin. Elî ev helweste jî weke delîlê girêdana van hêzan a bi dewleta tirk û hêzên din ve nirxand. Elî diyar kir ku di civînên KNK’ê di aliyên siyasî tekezî li ser girîngiya yekitiya aliyên kurdî ya ji bo xêzkirina siyasî û stratejîk a kurdî ku destkeftiyên gel biparêze hatiye kirin û nirxandina ku dê ev yekitî ji xeterî û arîşeyan re bibe bersiv hatiye kirin.

Hincetên ENKS’ê vala derxistin

Di berdewamê de jî Elî bi lêv kir ku têkilî bi hemû partiyan re hatiye danîn û bi zêdetirî 28 partiyan re lêkolîn hatiye kirin. Elî da zanîn ku heta niha jî ENKS’ê û Partiya Demokratîk a Pêşverû bersiv nedane komîteyê. Elî bi bîr xist ku ENKS’ê bi hinceta ku ‘Buroyên me hatine girtin’ tev li înîsiyatîfê nedibû lê bi hevdîtinên komîteyê re destûra vekirina buroyên wan hate dayîn.”

Gefên dewleta tirk

Herî dawî jî Husên Elî ev tişt anî ziman: “Lê ENKS’ê bersiv neda komîteyê. Ew perspektîfên xwe ji derve digirin. Ji ber ku beşeke ji koalîsyona ser bi dewleta dagirker a tirk ve ne. Tirkiye dewleteke dagirker e. Mîna Efrînê, niha jî dixwaze herêmên din dagir bike. Li dijî vê hewldanê jî, yekitiya partiyên kurdî tê xwestin. Ji bo pêşîlêgirtina xetereyên li ser kurdan, lidarxistina konferansa yekitiyê girîng e. Ji bo serxistina hewldana înîsiyatîfa yekitiya kurdî, çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê fişarê li hêzên ku înîsiyatîfê asteng dikin, bikin. Ev derdor xizmetê ne ji gelê kurd re, ji hêzên derve re dikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar